'Divê ciwan tevlî refên têkoşînê bibin'
Ji gerîlayên HPG û YJA Starê Şervan Şoreş, Evîn Dilvîn û Dîren Raman destnîşan kirin, ku di pêvajoyeke bi vî rengî de girîng e têkoşîna li Kurdistanê bi hevkarî bê meşandin.
Ji gerîlayên HPG û YJA Starê Şervan Şoreş, Evîn Dilvîn û Dîren Raman destnîşan kirin, ku di pêvajoyeke bi vî rengî de girîng e têkoşîna li Kurdistanê bi hevkarî bê meşandin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê bang li ciwanên Kurd kirin, ku tevlî refên têkoşînê bibin. Ji gerîlayan Şervan Şoreş, Evîn Dilvîn û Dîren Raman destnîşan kirin, ku di pêvajoyeke bi vî rengî de girîng e têkoşîna li Kurdistanê bi hevkarî bê meşandin.
'JIYANA PKK'Ê VÎNEKE MEZIN DIDE MIROVAN'
Ji gerîlayên HPG'ê Şervan Şoreş bal kişand ser cudahiya di navbera sîstemê û jiyana gerîla de û diyar kir, li nava sîstemê jiyaneke ku ji her alî ve mirovan dike kole heye. Şoreş got, "Di nava sîstemê de hemû kirêtî derdikeve pêşiya mirovan. Lê belê di nava jiyana gerîla de mirov dibin xwedî vîneke mezin." Gerîla Şoreş da xuyakirin, ku gerîla li hemberî zîhniyeteke desthilatdarîparêz û tekparêziyê şer dike û diyar kir, ev şerê ji bo gel û nirxên hatine windakirin, wê heta dawiyê bidome.
Şoreş bi taybetî ji ciwanên Kurd xwest, xwedî li keda têkoşînê derkevin û got, "Bi salane ji bo azadiya Kurdistanê ked û têkoşînek tê dayîn. Em îro di nava rojên şoreşê de ne. Di demeke li her devera Kurdistanê têkoşîneke xurt tê meşandin de girîng e her kes bi berpirsyarî rabe. Yê ji vê re pêşengiyê bike jî ciwanên Kurd e. Divê ciwanên Kurd xwedî li keda tê dayîn derkevin. Dixwazim vê ji ciwanên Kurd re bêjim. Pêşengê vê têkoşînê hûn in. Lewma roj roja berxwedanê ye. Em nêzî azadiyê ne, ji her demê bêhtir nêz in. Bila ciwan tevlî refên têkoşînê bibin."
'BÊYÎ ŞER AZADÎ BI DEST NAKEVE'
Ji gerîlayên YJA Starê Dîren Raman qala bedewiya jiyana gerîla kir û got, "Dema ez tevlî nava refên gerîla bûm, min ewilî ev fêm kir: Mirov dema ji bo jiyaneke jê bawer dikin şer bike, mirovê bi ser keve. Vê yekê hînî min kir ku di nava jiyanê de di oxira tişta jê bawer dikim de çawa têbikoşim. Lewma hînê vê jiyanê bûm û min jê hez kir."
Raman da xuyakirin, ku jiyana gerîla gelekî bandor lê kiriye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ya ku herî zêde bandor li min kir hevrêtiya xurt e. Bi saya hevrêyan daxwaz û vîna têkoşîna li hemberî zor û zehmetiyan derdikeve holê."
Raman destnîşan kir ku bi tevlîbûna li nava vê jiyanê re ew gav bi gav nêzî azadiyê bûye û got, "Bêyî şer azadî bi dest nakeve."
Gerîla Raman bang li her kesî bi taybetî jî ciwanên Kurd kir û got, "Em di pêvajoyeke welê de ne, ku bi ser ketin şert e. Ev pêvajo têkoşîneke bi yekîtiyê ferz dike. Her kes her tiştî dibîne û divê li her cihê lê ye têbikoşe. Li şûna guman û tirsan pêwîste gavê bavêjin. Di serî de ciwanên Kurd girîng e her kes bikeve binê bar û ji bo vê şoreşê, ji bo azadiya xwe tevlî bibe."
'NIRXÊN RÊBERTÎ YÊN JI BO JINÊ AFIRANDIYE, BANDOR LI MIN KIR'
Gerîlaya YJA Starê Evîn Dilvîn işaret bi qirêjiya jiyana sîstemê kir û got, "Ji ber ku tevlî vê jiyanê bûme, ez xwe bi şens dibînim. Piştî ku tevlî nava jiyana gerîla bûm, min hin tişt çêtir dît. Bêguman bedewiyên di nava vê jiyanê de gelekî watedar in. Bi taybetî jiyaneke kolektîf heye. Tevî vê yekê nirxên Rêbertî yên ji bo me jinan afirandiye, gelekî girîng e. Min ev qîmeta ji jinê re tê dayîn, li cihekî din nedîtiye. Lewma divê xwedî li kedê bê derketin. Pêwîste jin pêşengiyê ji vê jiyanê, ji têkoşînê re bike."
Evîn Dilvîn di serî de jin bang li hemû ciwanên Kurd kir, ku tevlî nava jiyana gerîla bibin û destnîşan kir, ku wezîfeya herî girîng a vê demê, bicihanîna berpirsyariyên pêvajoya heyî ye.