Rewşa dawî ya Geverê: Qedexe û xerakirin dewam dike

Li Geverê, "qedexeya derketina derve" û terora dewleta Tirk dewam dike. Parlamenterê HDP'ê Zeydan ê niha li navçeyê ye got, "Operasyon qediya, lê niha bi awayekî kêfî xaniyên welatiyan tên şewitandin."

Li navçeya Colemêrg Geverê, "qedexeya derketina derve" ya di 16'ê Sibatê de hat ragihandin dewam dike.

Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan ê niha li navçeyê ye got, "Serokatiya Fermandariya Giştî duh da xuyakirin, ku operasyon qediya ye. Car carna dengê bombeyan tê. Dû bi ser xaniyan ketiye. Dengê van teqînan û dûyê bi ser navçeyê ketiye nîşan dide ku hin mal hatine şewitandin."

'MALÊN WELATIYAN TÊN ŞEWITANDIN'

Zeydan da zanîn ku ji 16'ê Sibatê û vir ve ew dixwazin biçin herêmên şer lê qewimîn, lê belê destûr ji wan re nayê dayîn ku xaniyê lê ye derkevin. Zeydan got, "Walîtiya Colemêrgê dabû xuyakirin, ku qedexeya derketina derve di bin navê parastina 'ewlekariya welatiyan' hatiye destpêkirin. Madem operasyon qediya ye, wê demê çima zerarê didin mal û xaniyên welatiyan? Bi awayekî kêfî malên welatiyan niha tên şewitandin."

Zeydan anî ziman, ku şêniyên Geverê ji ber qedexeyê û êrîşan ji neçarî malên xwe terikandine û got, "Gelê Geverê li bajarên derdorê li jiyaneke di nava zor û zehmetiyê de hat mehkûmkirin. Gel dixwaze li mal û taxa xwe vegere. Ji ber vê yekê divê destûr bê dayîn ku gel li malên xwe vegere. Eger dema qedexeya derketina derve bê dirêjkirin ev ê di hişê welatiyan û me hemûyan de rê li ber pirsan veke."

'77 CENAZE BIRIN SAZIYA TIPA EDLÎ YA ERZÎROMÊ'

Zeydan bibîr xist ku ji 16'ê Sibatê û vir ve 77 cenaze rakirine Nexweşxanay Geverê û ji vir birine Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê û got, "Nasnameyên 18 cenazeyan hatin tespîtkirin. Di nava 77 kesan de sivîl jî hene. Mînak; Yûnûs Aşan ê li taxa Ormanê, ji ber ku nexwest ji mala xwe derkeve, hat kuştin."

'DI DESTPÊKÊ DE QEDEXEYA DERKETINA DERVE RAKIN'

Zeydan bibîr xist ku 3 parlamenterên HDP'ê li navçeyê ne û got, "Di rapora pêşketinê ya Yekîtiya Ewropayê de rexne li Tirkiyeyê hat kirin ku li bajar û navçeyan hêzeke zêde bi kar tîne. Em ji vê rastiyê re bûn şahid. Her wiha bi rengekî kêfî mal û kargehên welatiyan şewitandin. Li cihên ku xendek û şer lê nîne, malên mirovan bi bombeyan hatin teqandin. Malên wan hatin şewitandin û talankirin. Hin maşînên kar ên li ber malan li pêş çavên min hatin şewitandin. Di destê me de dîmenên vê bêhiqûqiyê hene. Di dema pêwîst de em ê bi raya giştî re parve bikin. Lê belê kar û hewldanên me yên herî girîng ji bo niha, vegera gelê me li malên xwe û rakirina qedexeya derketina derve ye."