Li Dêrsimê ji bo Qirkirina 1938’an wê konferans û bîranîn bê lidarxistin

Li Dêrsimê wê 4-5’ê Gulanê ji bo Qirkirina 1938’an wê konferans û bîranîn bêne lidarxistin.

Li Dêrsimê wê 4-5’ê Gulanê ji bo Qirkirina 1938’an wê konferans û bîranîn bêne lidarxistin.

Şaredariya Dêrsimê wê bi tevkariya Cemiyeta Ji Nû Ve Avakirinê ya Dêrsimê 4-5’ê Gulanê têkîldarî Qirkirina 1937-38’an konferans û bîranînê li dar bixe.

Di daxuyaniya şaredariyê ya têkîldarî mijarê de wiha hate gotin: “Bûyerên 1935-46’an li Dêrsimê qewimîn, ji pêkanînên herî bê rehm ên li Tirkiyeyê ne.”

BANGA TEVKARÎ Û TEVLÎBÛNÊ

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêwîst e dewlet bi qirkirinê re rû bi rû were, bang li Dêrsimiyan, rewşenbîran, akademîsyen, rojnamevan, nivîskar, hiqûqnas û dîrokvanan hate kirin ku tevlî bibin û tevkariyê bikin.

BERNAME

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê her sal 4-5’ê Gulanê bi awayekî kevneşopî bîranîn û konferans bêne lidarxistin.

Têkîldarî bernameya bîranîn û konferansê de ev agahî hatin dayîn:

“Bername wê 4’ê Gulanê destpê bike, hestiyên gundiyan ên li gundê Axûçan ê Xozatê di demek nêz de hatine dîtin wê bêne definkirin.

4’ê Gulanê li Qada Seyîd Riza ya li navenda bajêr bi bîranînê ve wê bernameya fermî destpê bike. Dîsa wê di heman rojê de cihên qetlîamê bêne ziyaretkirin û ji bo danîna abîdeyan wê tevir bên bikaranîn.

Bîranîn wê li navçeyan jî pêk werin.

4’ê Gulanê saet 15.00’an di bin navê ‘Ji bîr neke rû bi rû were; qirkirin bê nasîn û em Dêrsimê ji nû ve ava bikin’ wê rûniştina yekem a 7. Konferansa 1937-38 a Dêrsimê destpê bike.

-Li navenda bajêr û navçeyan jî em ê lampeyên xwe bitemirînin, ji bo xêra miriyan (Xere Merdo) em ê findên xwe pêxin û loqmeyên xwe belav bikin.

5’ê Gulanê danê sibehê saet 09.00’an konferans wê destpê bike û saet 18.30’an bi dawî bibe. Şeva heman rojê jî bi navê ‘Şîwarane 1937-38 Vamî’ de wê hunermendên me lorikên Dêrsim 1938’an bibêjin.”

Konferansa Dêrsimê heta îro di pêşengiya Cemiyeta Ji Nû Ve Avakirinê ya Dêrsimê de li Parlamentoya Ewropa û Parlamentoya Elmanyayê dihate lidarxistin.

Konferansa îsal cara yekem li navenda tê lidarxistin, wek berdewama konferansên berê yên li Ewropa tê organîzekirin. 8’emîn konferansa heman jî wê meha Mijdarê li Parlamentoya Ewropa bê lidarxistin.