Hêzên rejîma Baasê piştî êrîşa xwe ya Qamişlo ji hêzên Asayîş û YPG’ê derbeyên giran xwarin, bi hewanan êrîşî malên gel kirin. Di êrîşê de jinekê jiyana xwe ji dest da, 20 kes jî birîndar bûn.
Hêzên rejîmê piştî derbeyên giran ji hêzên Asayîşê û YPG’ê xwarin vê carê berê êrîşên xwe dan gel.
Piştî girtîgeha Elaya ket destê hêzên Asayîş û YPG’ê, hêzên rejîmê bi êrîşên topavêjan berê xwe da gelê sivîl.
Piştî saet 12.00’an hêzên rejîmê bi topan êrîşî taxa Elaya kirin, 3 topên hewanê avêtin kolana Zeytûniye ya li taxa Qûdûrbegê. Di êrîşa bi hewanan de Sediya Mehemed a 60 salî jiyana xwe ji dest da, 20 kes jî birîndar bûn.