Îşkenceya li cenazeyan: Ev 2 meh in 12 cenaze nikarin bên teşxîskirin

18 cenazeyên di demên cuda de rakirine saziyên tipa edlî yên Meletî û Elezîzê, ev 2 meh in li van saziyan e. Ji ber ku cenaze hatine şewitandin û îşkence li wan hatine kirin, malbat nikarin teşxîs bikin.

5 cenazeyên 23'ê Sibatê ji Cizîrê rakirin Meletiyê û ji ber ku hatibûn şewitandin bêyî naskirinê hatin defnkirin, tevî ku 2 meh di ser re derbas bûn jî, testa DNA'yê ya tekildarî nasnameya wan bi encam nebûye.

3 cenazeyên piştî daxuyaniya 'operasyon qediya' li Sûrê hatin qetilkirin û ji ber îşkence li wan hatin kirin û şewitandin bêyî teşxîskirinê hatin veşartin û 4 cenazeyên roja 21'ê Adarê ji binê xirbeyên li Sûrê hatin derxistin û ji ber parçe bûne nehatin teşxîskirin, bi wî rengî hatin defnkirin.

Ji 2 cenazeyên roja 14'ê Adarê ji Sûrê rakirin Elezîzê yê Eşref Polat ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin, lê cenazeyê din ev 35 roj in nikare bê teşxîskirin. 5 cenazeyên roja 3'ê Nîsanê ji binê xirbeyên li Sûrê hatin dexistin û bedena wan parçe parçe bûne, nikarin bên teşxîskirin.