Hêzên rejîmê yên li Qamişloyê teslîm dibin

Li Qamişloyê, şerê duh danê sibehê di navbera hêzên asayîşê û rejîmê de destpê kir, heta danê vê sibehê dewam kir. Di encama vî şerî de gelek cih ji destê rejîmê hatin derxistin. Hêzên rejîmê teslîm dibin.

Li Qamişloyê, hêzên rejîmê yên li hemberî Asayîşê û YPG'ê şer kirin, gelek kuştî dan û teslîm dibin.

Li Qamişloyê, şerê duh danê sibehê di navbera hêzên asayîşê û rejîmê de destpê kir, heta danê vê sibehê dewam kir. Di encama vî şerî de gelek cih ji destê rejîmê hatin derxistin. Hêzên rejîmê teslîm dibin.

Pêxasên rejîmê yên bi navê Dîfa Wetenî di 19’ê Nîsanê de li nava bajarê Qamişlo şervanekî YPG’ê girtin û ew şandin Şamê. Di 20’ê Nîsanê (duh) de jî li nava sûka Qamişlo 2 endamên trafîka bajar girtin. Heman rojê saet di 10.00’an de koma Dîfa Wetenî li Çerxerêya Sebeh Behrat êrîşî dewriyek Asayîşa Qamişlo kirin û di encamê 2 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşê de her wiha 3 sivîlên ku yek ji wan zarok e jî jiyana xwe ji dest da.

Li ser vê yekê hêzên Asayîşê saet di 11.00’an de mudaxele kirin û şer derket. Piştî ku şer li gelek nuqteyên di bin kontrola rejîmê de ne belav bûn, hêzên YPG’ê jî mudaxele kirin.

18 ENDAMÊN HÊZÊN REJÎMÊ HATIN KUŞTIN

Di tevahiya rojê de li taxên Wista û Bişêriyê yên li nava bajar, herêma sûkê ku rejîm wekî 'Çargoşeya ewlekariyê' binav dike û taxa Alaya ya li rojhilatê bajar şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de çend nuqteyên ku firinek nan a li taxa Siyahî jî di nav de ye, ji destê rejîmê hatin girtin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Asayîşê hatine girtin di şer de 18 endamên hêzên rejîmê hatin kuştin, gelek birîndar bûn û gelek jî hatin girtin. Dîsa gelek wesayîtên hêzên rejîmê  hatin rûxandin.

1 JÊ FERMANDAR 6 LEŞKER TESLÎM BÛN

Yek ji cihên ku şerekî dijwar lê qewimî jî girtîgeha Elaya bû. Nêzî 60 endamên hêzên rejîmê li vir ji aliyê şervanên YPG’ê û endamên Asayîşê ve hatin dorpêçkirin û ji wan hat xwestin ku teslîm bibin. Li ser bangê fermanderek û 6 leşker teslîm bûn. Şerê li vê herêmê heta serê sibehê dewam kir. Hat hînbûn, ji sedî 20 ê Girtîgeya Elaya ketiye destê Asayîşê û hêzên YPG'ê.

Li aliyê din, piştî dorpêçî û şerê heta danê vê sibehê dewam kir, hêzên YPG û Asayîşê heta saet 10:00 ê vê sibehê dem da hêzên rejîmê ji bo şer nekin û teslîm bibin. Li ser vê yekê yek jê fermandarekî payebilind 3 kesên ji hêzên rejîmê teslîmî hêzên YPG'ê bûn. Di vê kêliyê de jî dorpêçiya li ser Girtîgeha Elaya dewam dike. Li gorî agahiyên ji rayedarên Asayîşê hatine wergirtin, di nava girtîgehê de gelek kuştî û birîndarên hêzên rejîmê hene.

4 ENDAMÊN ASAYÎŞÊ JIYANA XWE JI DEST DAN

Li hemû herêmên şer lê diqewimin, ji bo sivîl zerarê nebînin hêzên Asayîşê sivîl derbasî herêmên ewle kirin.

Di şerê duh de 4 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan. Zarokek jî di nav de 3 sivîl û 4 endamên Asayîşê birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji rayedarên Asayîşê hatin wergirtin, şer li Sûka Qamişloyê dewam dike.