BI DÎMEN

'Çapemeniya Başûr cih nade berxwedanê; zimanê dagirkeran bi kar tîne'

Li Kerkûkê bi tevlîbûna gelek rojnamevanan, bi wesîleya Roja Rojnamevanên Kurd resepsiyonek hat lidarxistin. Rojnamevan Semîra Ahmet, Raber Reşît û Fexîr Hemîd di resepsiyonê de ji ANF'ê re axivîn.

Li Kerkûkê bi tevlîbûna gelek rojnamevanan, bi wesîleya Roja Rojnamevanên Kurd resepsiyonek hat lidarxistin. Rojnamevanên li resepsiyonê axivîn, feraseta çapemenî-medya li Başûr rexne kirin. Rojnamevanan destnîşan kirin, ku çapemeniya Başûr zimanekî zayendîparêz û serdestan bi kar tîne û bi vî rengî hewl didin berxwedanê xumamî bikin.

22'ê Nîsanê Roja Rojnamevanên Kurd tê pîrozkirin. Bi vê armancê, li Başûrê Kurdistanê bajarê Kerkûkê, resepsiyonek hat organîzekirin. Rojnamevan Semîra Ahmet, Raber Reşît û Fexîr Hemîd di resepsiyonê de ji ANF'ê re axivîn.

REŞÎT: PÊWÎSTÎ BI FERASETEKE HEVPAR HEYE

Raber Reşît: Li Başûrê Kurdistanê, mîna meseleyên navxweyî di meseleyên neteweyî de jî feraseteke medyayê ya berjewendiyên xwe esas digire, heye. Têkoşîna gelê me ya li çar parçeyên Kurdistanê, ji aliyê hin komên medyayê ve bi zimanê dewletên Kurdistan dagir kirine, tê nîşandan. Li gorî parçeyên din ên Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê em xwedî sîstemeke îdarî ye, lewma berpirsyariya me ye ku em rewatiya têkoşîna gelê me yê li Rojava û Bakurê Kurdistanê bigihînin cîhanê. Lê belê saziyên me yên çapemeniyê weşanek li dijî vê têkoşînê dikin. Medyaya Kurd a dikeve sala 118'an, pêwîstiya xwe bi feraseteke medya hevpar a di stratejiyeke neteweyî de ye.

HAMÎD: CIH JI BERXWEDANÊ RE NAYÊ DAYÎN

Fexîr Hemîd: Li Başûrê Kurdistanê mixabin hejmara saziyên çapemeniyê yên mirov ji bo wan bêjin 'serbixwe' ne gelekî kêm e. Ji ber vê yekê şerê partiyan di ser çapemeniyê re tê meşandin. Yên ku agahiyeke zelal û rast pêşkêşî civakê dikin, nîne. Tevî vê rewşa navxweyî, di mijarên neteweyî de jî heman rêbaz û ziman tê bikaranîn. Ev şaş e. Divê em îro dengê Rojava û Bakurê Kurdistanê bidin bihîstin û cih bidin têkoşînê. Lê belê ya ku niha tê kirin, dijberiya Rojava û Bakurê Kurdistanê ye. Bêguman têkoşîna gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîneke rewa ye. Girîng e em vê têkoşînê bigihînin qada navneteweyî. Beşek ji medya li Başûrê Kurdistanê di vê mijarê de hinekî hewl dide, lê belê beşek jî heye, ku heta ji wan tê hewl didin têkoşîna gelê me xumamî bike.

AHMET: LI BAŞÛR ZIMANÊ ZAYENDÎPARÊZ SERDEST E

Semîra Ahmet: Rojnamevaniya Kurd di nava 118 salên bihurî de xwe gihand astekê, lê belê hînê gelek kêmasiyên me hene. Di nava medya Kurd de, weke jinekê meşandina kar zehmettir e. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê gelekî zehmet e. Zimanê çapemeniyê yê li herêmê zayendîparêz e. Wezîfeya ji jinê re hatiye dayîn ev e: 'xwe bixemilîne, derkeve pêşberî ekranê û ya ji te re hatiye dayîn bixwîne.' Li Rojava û Bakurê Kurdistanê rojnamevaniya jinê heta astekê zimanê çapemeniyê guherandiye û ber bi xeta wekheviyê ve kişandiye. Lê rewşa li Başûrê Kuristanê ne bi vî rengî ye.

...