Gundên Geverê têne bomberdûmankirin

Dorpêça li dijî Geverê di roja 40'emîn de didome, piştî daxuyaniya (TSK) ya "Operasyon qediya" gundên Mexsûdava û taxa Gungor û herêma Gûzereş hatin bombekirin. Heta niha di dorpêçê de qasî 5 hezar avahî ji aliyê hêzên rejîmê hatine hilweşandin.

Dorpêça li dijî Geverê di roja 40'emîn de didome, piştî daxuyaniya Fermandariya Çekdarên Tirk (TSK) ya "Operasyon qediya" gundên Mexsûdava û taxa Gungor û herêma Gûzereş hatin bombekirin. Heta niha di dorpêçê de qasî 5 hezar avahî ji aliyê hêzên çekdar ên rejîmê hatine hilweşandin.

Dorpêça li dijî Geverê di roja 40'emîn de didome, piştî daxuyaniya TSK'ê ya "Operasyon qediya" gundên Mexsûdava û taxa Gungor û herêma Gûzereş hatin bombekirin. Herêmên ku tên bombekirin bi rojan e ti şer lê naqewimin. Di êrîşên çeteyên Qesrê de, taxên wekî Eskî Kişla, Dize, Yeşîldere, Orman û Mezarlik ji hêla çeteyan ve hatin hilweşandin. Her wiha taxên Esentepe û Esenlerê jî di hefteya dawî de bi dehan mal hatin şewitandin. Dîsa taxên Cûmhûriyet û Gungorê jî piştî di saetên sibehê de çeteyên Qesrê ketinê, bi dehan mal dan ber agir û şewitandin.

5 HEZAR AVAHÎ HATIN HILWEŞANDIN

Di êrîşên bombeyî de bi hezaran avahî û dikan ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatin hilweşandin. Bi taybet piştî daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî yên wekî "bişewitîni û kevir li ser kevir nehêlin" bi hezaran mal hatin hilweşandin. Dîsa li nava sûkê bi dehan dikan hatin şêlandin û Mala Gel jî di nav de 5 hezar avahî hatin şewitandin.

Her wiha Balafirgeha Selahattîn Eyyubî jî ji hêla çekdarên dewletê ve veguherandine biryargehê, dîsa li taxa Yenîmahalleyê ev 40 roj in bi sedan malbat di malên xwe de hatine hepiskirin û hêzên çekdar ên rejîmê nahêlin welatî ji malên xwe derkevin.

LI GUNDÊN DERDORÊ OHAL DIDOME

Dîsa di çarçoveya "qedexekirina derve" de dorpêça li hemberî gundên Vezîrava û bajaroka Çîmenlî jî didome. Her wiha gundên wekî Bajêrge, Sekran, Peylan, Elver, Dara jî ji vê qedexeyê nesîbê xwe girtin. Gundê Mexsûdava jî berî 8 rojan hatibû valakirin û ev herêm bi giştî di binê OHAL'ê de ye.