Li Kobanê meşa ji bo azadiya Ocalan

Bi hezaran welatiyên Kobanê ji bo azadiya Ocalan meşiyan.

Li Kobanê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.

Bi hezaran xwendekar û bi sedan mamosteyên ji navenda bajêr û gundên li derdorê hatin, beşdarî meşê bûn.

Girseya gel ji Qada Jinên Azad heta Qada Aştiyê meşiya. Di meşê de tecrîda şidandî ya li ser Ocalan hat şermezarkirin.

Di meşê de dirûşma "Bijî Serok Apo" hat qîrîn.

...