Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kûrt li Mûşê hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Emrah Kûrt ê li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, li Mûşê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Emrah Kûrt ê li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, li Mûşê hat veşartin.
Ji bo gerîlayê HPG'ê Emrah Kûrt (Mahîr Malazgîrt) ê di 14'ê Nîsanê de li navçeya Dêrsim Pulurê di şer de tevî 2 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, li gundê Azo yê navçeya Mûş Milazgirê merasîma cenaze hat lidarxistin.
Cenazeyê Kûrt, piştî teşxîskirinê ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê hat wergirtin. Malbatê cenaze anî Milazgirê. Girseya gel li vê derê cenaze hilgirt ser milan û bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne", "Ey şehîd rêya te rêya me ye" ber bi goristanê ve meşiya.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê li ber qîrîna dirûşme û tilîliyan hat veşartin. Girseya gel piştre sersaxî ji malbatê re xwest.