Li Şirnexê şer: Gelek polîs mirin û birîndar bûn
Li Şirnexê, di navbera hêzên rejîma Tirk û endamên YPS/YPS Jinê de heta serê sibehê şerekî dijwar qewimî. Êrîşa bi obusan a li hemberî taxên berxwedana xwerêveberiyê jî dewam kir.
Li Şirnexê, di navbera hêzên rejîma Tirk û endamên YPS/YPS Jinê de heta serê sibehê şerekî dijwar qewimî. Êrîşa bi obusan a li hemberî taxên berxwedana xwerêveberiyê jî dewam kir.
Berxwedana xwerêveberiyê ya Şirnexê di roja 38. de ye. Duh êvarê li taxên Gundogdû, Tekser û Vakifkentê, her wiha li meydana Aştî (Omer Kabak) şerekî dijwar qewimî. Tê gotin, di şerê li taxa tekserê de polîsên tîmên taybet hatine kuştin. Lê belê hejmara kuştî û birîndarên polîsan nehat zelalkirin.
LIV Û TEVGERA AMBÛLANSAN
Li taxên ku heta danê sibehê şer lê qewimî, liv û tevgera ambûlansan hebû. Ambûlansên dihatin van taxan, piştre berê xwe didan 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor. Piştî ku şer hinekî sivik bû, hêzên rejîma Tirk danê sibehê bi maşînên zirxî gule li taxan reşandin.
Her wiha obus û topan heta serê sibehê êrîşî taxên Yenî, Îsmetpaşa, Gazîpaşa û Bahçelîevlerê kirin. Bi destpêkirina êrîşan re balafirên keşfê yên bêmirov û helîkopter li derdora Çiyayê Cûdî geriyan.