Li sê bajaran operasyonên qirkirina siyasî

Li sê bajarên Kurdistanê 7 kes hatin binçavirin, kesek jî hat girtin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê tên meşandin, dewam dikin. Di van operasyonan de li Şirnex, Colemêrg û Sêrtê 7 kes hatin binçavkirin, kesek jî hat girtin.

ŞIRNEX

Li Şirnexê operasyonên qirkirina siyasî didomin. Welatiyê bi navê Basrî Gulenç ê li Şirnexê di operasyonan de hat binçavkirin, sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê biryara girtina Gulenç da û ew şand Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê.

COLEMÊRG

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, dorpêçiya çeteyên AKP/Qesrê û berxwedana li hemberî vê dewam dike. Tîmên taybet ên Tirk danê vê sibehê avêtin ser gundên Xirvateng û Dava yên li herêma Doskî. Di serdegirtinan de kesê bi navê Rûbar Duzen hat binçavkirin.

SÊRT

Li Sêrtê polîsan danê vê sibehê avêtin ser malan. Di serdegirtinan de Agît Kaçar, rêveberê berê yê DBP'ê Mûrat Bora, Ş.D. û 3 kesên navên wan nehat hînbûn hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Sêrtê.