Cenazeyên şervanên YPS’ê Kûtûm û Gun ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin

Cenazeyên şervanên YPS’ê Îzzettîn Kûtûm û Azat Gun ên ku di berxwedana xwerêveberiyê ya li Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin.

Cenazeyên şervanên YPS’ê Îzzettîn Kûtûm û Azat Gun ên ku di berxwedana xwerêveberiyê ya li Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin.

Cenazeyên 2 şervanên YPS’ê yên di  êrîşên qirkirinê yên di bin navê ‘Qedexeya kolanan’ a 14’ê Adarê li Şirnexê hatibû îlankirin û di dirokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin. Cenazeyên Îzzettîn Kûtûm (Êrîş Şivan) û Azat Gun ên li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatin teşxîskirin, tê payîn ku ji aliyê malbatan ve piştî karûbarê li dozgeriya Cûmhûryetê bêne wergirtin.

Wê cenazeyê Îzzettîn Kûtûm li navçeya Şivan a Sêrtê û cenazeyê Azat Gun jî wê li warê wî Sêgirk a Şirnexê  bên definkirin.

Li aliyê din ji 11 cenazeyên şervanên YPS’ê, 2 cenazeyên ku di berxwedanan de jiyana xwe ji dest dane jî bi fermana Waliyê Şirnexê ve ji aliyê polîsan ve hatin dizîn û li goristana Avahiyên Afatê hatibûn definkirin.