KURDISTAN
Di salvegera 44'emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de li ber Girtîgeha bi Tîpa E ya Amedê daxuyaniyek hate dayin û işaret bi girîngiya berxwedanê di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de hate kirin.
Dîmenê nameya destpêkê ya ji girtîgehê, belgeya mirinê û alavên şexsî yên yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Mehmet Hayrî Dûrmûş yekemcar hate weşandin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê di salvegera 44'emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê de diyar kirin ku îradeya ji pola ya li zindanê îro li çiyan dewam dike û gotin: "Em şopdarên herî dilsoz ên vê mîrateyê ne."
KCK'ê di şexsê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê de şehîdên zindanan bi minet û hurmet bi bîr anî û got, "Em di wê baweriyê de ne ku Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk ku hesreta wan bû, em ê bi felsefeya wan a jiyan û têkoşînê pêk bînin."
Li Iraqê nîqaşên li ser entegrasyona komên çekdar dewam dike. Daxuyaniya 'Şengal wê di nava sê mehan de bikeve bin kontrola hêzên ewlekariyê yên Iraqê' fikarên li ser Peymaneke nû ya 9'ê Cotmehê bi xwe re anî, ku îradeya Êzidiyan tine dihesibîne.
Hemû Nûçe
-
Li Nisêbînê teqîn
Li Nisêbînê, dema çeteyên Qesrê hewl didan bikevin nava taxên berxwedanê teqînekê rû da. Herî kêm 7 çeteyên Qesrê birîndar bûn.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Nisêbînê bûye tirs û xofa dilê çeteyên AKP/Qesrê!
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, 7. "qedexeya derketina derve" ya di 14'ê Adarê de hat ragihandin, di roja 40. de ye. Çeteyên AKP/Qesrê tevî teknîk û çekên xwe yên giran jî nikarin berxwedana bi heybet bişikînin.
-
-
-
-
Li Qamişloyê şer dewam dike
Li Qamişloyê, şerê ji ber êrîşa hêzên rejîma Baas di navbera wan û Hêzên Asayîşê-YPG'ê d derket, dewam dike.
-
-
-
'Medya Kurd bi kevneşopiya MED TV mezin dibe'
Rojnameya Kurdistanê ya di 22'ê Nîsana 1898'an de li paytexta Misir Qahîreyê ji aliyê Mîkdad Mîdhat Bedirxan ve hat derxistin, 118 salî ye. Rojnamevanên Kurd ên vê kevneşopiyê didomînin, dibêjin, medya Kurd bi kevneşopiya MED TV mezin dibe.
-
-
Li Silopiyayê 2 kes hatin binçavkirin
Li Silopiyayê li aliyekî dorpêç û hilweşandin û li aliyê din jî operasyonên qirkirina siyasî bênavber didomin. Di serdegirtinê malan de Mûhyettîn Mete û kure wî Hasan Mete hatin binçavkirin.
-
-
Ji bo Seydayan dema binçavkirinê hate dirêjkirin
Hevserokên MEYA-DER'a Cizîrê Mele Kasim Yîgît, rêveberên MEYA-DER'ê Mele Xalîl Dayan û Mele Elî Nas ê bi 6 kesan re li navçeya Hezexa Şirnexê hatibûn binçavkirin, dema binçavkirina wan hat dirêjkirin.
-
Li Qamişloyê şer li navenda bajêr didome
Piştî êrîşên hêzên rejîma Baasê ya li Qamişloyê, şerê destpêkirî berdewam dike. Şerên di navbera Asayîş, hêzên herêmî yên YPG’ê û rejîma Baasê li navenda bajarê Qamişlo dewam dike.
-
Ziyanek bi girseyî hate oxirkirin
Cenazeyê Sîda Ziyanek ê di berxwedana Nisêbînê de jiyana xwe ji dest da û anîn Rihayê, ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin. Cenazeyê Ziyanek li Gundê Şehîdan ê girêdayî Nisêbînê hate oxirkirin.
-
Guleya doçkayê ya rejîmê li Navenda Ronahî TV ket
Hêzên rejîma Baasê piştî êrîşa xwe ya Qamişlo ji hêzên Asayîş û YPG’ê derbeyên giran xwarin, bi hewanan û doçkayan êrîşî sivîlan kirin. Guleyek doçkaya 23.3,5 mm li Navenda Nûçeyan a Rohanî TV ket.
-
Gundên Geverê têne bomberdûmankirin
Dorpêça li dijî Geverê di roja 40'emîn de didome, piştî daxuyaniya (TSK) ya "Operasyon qediya" gundên Mexsûdava û taxa Gungor û herêma Gûzereş hatin bombekirin. Heta niha di dorpêçê de qasî 5 hezar avahî ji aliyê hêzên rejîmê hatine hilweşandin.