Gelê Şengalê dixwaze xwe biparêze û bi rê ve bibe
Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya 3'ê Tebaxa 2014'an, Şengalî gihaştin wê encam û baweriyê, ku sedema bingehîn a rabûna fermanan bi serê wan de, bêparmayîna wan ji xwerêveberî û xweparastinê ye.
Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya 3'ê Tebaxa 2014'an, Şengalî gihaştin wê encam û baweriyê, ku sedema bingehîn a rabûna fermanan bi serê wan de, bêparmayîna wan ji xwerêveberî û xweparastinê ye.
Gelê Şengalê cejna Çarşema Sor ku li gorî baweriya Êzidiyan roja afirandina cîhanê ye, cara duyemîn e li çiyayên azad ên Şengalê hat pîrozkirin. Şengaliyên piştî pîrozbahiyê ji ANF'ê re axivîn dan xuyakirin, ku sedema rabûna fermanan bi serê wan de, bêparmayîna wan ji xwerêveberî û xweparastinê ye.
'POLÎTÎKAYA DIJMIN A PARÇEKIRINA KURDAN, TÊK ÇÛYE'
Bavê 10 zarokan endamê TEVDA û YBŞ'ê yê bi navê Bedel da xuyakirin, ku hatina mêvanan ji Rojavayê Kurdistanê, pîrozbahiya îsal a Çarşema Sor bêhtir watedar kiriye û destnîşan kir, ku di encama bîrdozî û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclaan de, siyaseta dijmin a parçekirina Kurdan bi rêya ol û nakokiyên siyasî, ji holê hatiye rakirin.
Bedel da zanîn, Kurd ji aliyê manewî ve bûne yek, çarenûsa wan bi hev ve hatiye girêdan û got, "Berê dijminan ji vê rewşa parçebûyî sûd werdigirtin û çi dixwestin bi Kurdan dikirin. Ji ber ku Kurdan sînor rakirine û bûne yek, polîtîkayên dijmin pûç kirine. Kombûna gelê Kurd li çiyayê Kurdistanê ji bo pîrozkirina cejna civaka Êzidî, hêza manewî û yekîtiya Kurdan radixe pêş çavan.
Serkêşê hemû êrîşên li hemberî Bakurê Kurdistanê Rojava û Şengalê, dewleta Tirk û hêzên Kurd ên hevkarên wê ne. Ji ber êrîşên li hemberî gelê Kurd em dewleta Tirk şermezar û lenet dikin. Çawa ku me bi têkoşîn û yekîtiya xwe re Rojava û Şengal ji çeteyan aad kirin, Bakur jî wê bi heman rengî ji çeteyên AKP'ê were paqijkirin û Rêberê me azad bibe."
'YÊN ŞENGAL TERIKANDINE BILA LI XAKA XWE VEGERIN'
Bavê 12 zarokan endamê YBŞ'ê Sabrî Kado yê 52 salî destnîşan kir, ku YBŞ sedema hebûna civaka Êzidî û Şengalê ye û bang li Êzidiyên xaka xwe terikandiye kir, ji bo vegerin.
Kado got, "Eger mirin hebe, bila li ser xaka me bi rengekî bi rûmet pêk were. Tevahiya civaka Êzidî bi YBŞ'ê re dikare li Şengalê bi rengekî azad û bi rûmet bijî. Yekîtî û hevgirtina Êzidiyan bi serketina YBŞ'ê ve girêdayî ye. Her kes dizane; sedema rabûna fermana dawî ya li Êzidiyan, nebûna hêza xweparastinê bû. Di encama xiyaneta hêzên herêmê yên digotin, 'Em ê Êzidiyan biparêzin' de, Êzidî hatin qetilkirin. Ji ber vê xiyanetê, hînê zêdeyî 3 hezar mirovên me di destê çeteyên DAIŞ'ê de esîr in û jin mîna koleyan tên firotin.
Ji bo mirovên xaka xwe terikandine dixwazim bêjim; ti cih wê ji bo we nebe welat. Yekane cihê hûn bi rûmet û şerefa xwe dikarin lê bijîn, axa welat e. Birçîbûna li xaka xwe, jiyana li xaka mirovên din çêtir e. Li xaka xwe vegerin û eger mirin jî hebe, bila bi şeref be."
'JI BO EM KARIBIN CEJNÊN XWE BI RENGEKÎ AZAD PîROZ BIKIN, XWEPARASTIN Û XWERÊVEBERÎ ŞERT E'
Bavê 4 zarokan Genco (Lalo) diyar kir, ku pîrozbahiya ber îsal a cejna Çarşema Sor li çiyayê azad ê Şengalê li gorî salên bihurî bêhtir watedar e û got, "Li gorî baweriya Êzidîtiyê, Çarşema Sor tê wateya afirandina cîhanê. Ji ber ku roja Tawizî Melek e, weke rojeke pîroz tê dîtin."
Lalo got, "Ez hem endamê meclîsê me hem jî endamê YBŞ'ê me. Ji bo em karibin cejnên xwe bi rengekî azad pîroz bikin, divê êrîş bi dawî bibin û gelê me azad bibe. Çarenûsa gelê me bi hev ve girêdayî ye. Li hemberî gelê me yê li Bakurê Kurdistanê komkujî tê kirin. Li djiî Rojava jî êrîş hene. Gelê Şengalê bi têkoşîna li vir ve girêdayî ye.
Sedema bûyerên bi serê me gelê Şengalê de hatî, nebûna xweparastin û xwerêveberiya me bû. Ji niha û pê ve em ê xwe bi xwe bi rê ve bibin û parastina xwe jî ji însafa ti hêzê re nehêlin. Gelê Kurd, bi taybetî yê li Şengalê ji bo azad bibe, divê bibe yek, tifaqa xwe pêk bîne. Yên derketine derveyî welat jî bila li welatê xwe vegerin. Li şûna ku li ber deriyê xelkê şivantiyê bikin, bila li xaka xwe vegerin çêtir e."