Cenazeyê şervanê YPS’ê Azad Gun (Azat Bager) ê di berxwedana xwerêveberiya li Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarokê Sêgirkê yê Qilabanê bi dirûşmeyan ve ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
Piştî cenazeyê Azad Gun (Azad Bager) ê di êrîşên qirkirinê yên li dijî berxwedana xwerêveberiyê ya li Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbatê ve hatibû teşxîskirin. Cenazeyê Gun li bajarokê Sêgirkê yê Qilabanê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin. Piştî wecîbeyên olî yên li Mizgefta Navenda Sêgirkê, bi meşekê ku hevşaredarê Qilabanê, endamên rêxistina HDP’ê û DBP’ê yên navçê û bajar û bi beşdariya hezaran kesan, bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” û “Qatil Erdogan” ve ber bi Goristan Serêgund ve ketin rê. Piştî Gun bi tilîliyan hate definkirin, li gel sirûda “Ey Reqîb” rêz hate girtin.
Di merasîmê de Hevserokê HDP’ê yê bajarê Qilabanê Mesût Paksoy axivî, diyar kir ku Azad Gun li hember zilma hikûmeta AKP’ê ya li dijî Kudan serê xwe netewand û wiha got: “Em Azad bi madalya şerefê oxir dikin. Di serî de serê Rêber Apo û hemû gelê Kurd sax be.”
Apê şervanê YPS’ê Gun Ahmet Gun jî axivî û destnişan kir ku malbata Gun ji salên 90’î ve bi polîtîkayên koçberkirinê yên dewleta Tirk re rû bi rû ne. Gun wiha axivî: “Azad, bi ruhê xwe yê welatparêz êdî xwe li hember êrîşên li ser gelê Kurd û bêmafiyê negirt, li hember êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk û bêedaletiyê stuyê xwe netewand. Serê hemû gelê Kurdistanê sax be.”
Piştî axaftinan merasîm bi dawî bû.