Li Silopiyayê 2 kes hatin binçavkirin
Li Silopiyayê li aliyekî dorpêç û hilweşandin û li aliyê din jî operasyonên qirkirina siyasî bênavber didomin. Di serdegirtinê malan de Mûhyettîn Mete û kure wî Hasan Mete hatin binçavkirin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê li gel cara duyemîn “Qedexeya kolana” hatiye îlankirin jî, polîsên tîmên taybet di bin navê “Xebatên lêgerînê” de ser malên taxan de digirin. Di serdegirtinên malan de her roj bi sedan kes di kontrolkirina GBT’ê re derbas dibin, bi dehan kes jî têne binçavkirin.
Di serdegirtinên malan ên ji aliyê polîsên tîmên taybet ên li ser Taxa Cûdiyê de Mûhyettîn Mete û kurê wî Hasan Mete hatin binçavkirin. Dema ku Bav Mete û kur hatin binçavkirin, ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin. Bav û kurê hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya navçeyê.