Li Qamişloyê şer li navenda bajêr didome
Piştî êrîşên hêzên rejîma Baasê ya li Qamişloyê, şerê destpêkirî berdewam dike. Şerên di navbera Asayîş, hêzên herêmî yên YPG’ê û rejîma Baasê li navenda bajarê Qamişlo dewam dike.

Şerên li bajarê Qamişlo duh nîvro bi êrîşên hêzên rejîmê re destpê kirin, didomin. Piştî ku hêzên rejîmê duh êrîşî ekîbên trafîk û Asayîşê kirin, hêzên Asayîşê bersiv da û şer li gelek cihan belav bûn. Ji ber ku şer belav bûn û hêzên rejîmê sivîl jî hedef girtin, yekîneyên herêmî yên YPG’ê jî mudaxele kirin.
Di şerên duh ên li Çargoşeya Ewlekariyê, herêma deriyê sînor û Çerxerêya Wehdê derketibûn de, 8 endamên rejîmê di şerên li girtîgeha Elaya, li Rojhilatê bajar de jî 10 endamên hêzên rejîmê hatin kuştin.
Piştî van şeran, hêzên rejîmê îro danê nîvro jî, li Çerxerêya Wehdê êrîşî noqteya Asayîşê kir. Li ser vê yekê hêzên Asayîşê û yekîneyên herêmî yên YPG’ê careke din bersiv dan û şer belav bûn.
ŞER DIDOME
Di şerên niha li Mufreza Eskerî, tevahiya kolana Wehdê, Mufreza Eskerî ya li rex Nexweşxaneya Kelimê û Çerxerêya Sebeh Behred berdewam dikin de, heta niha 12 endamên hêzên rejîmê hatine kuştin. Her wiha gelek jî birîndar bûn.
REJÎM ÊRÎŞÎ SIVÎLAN DIKE
Hêzên rejîmê ku windahiyên giran dide, îro bi topên hawanê gelê sivîl kir hedef. Di van êrîşan de gelek topên hawanê li kolana Zeytûniyê ya taxa Qudurbeg, taxên Enteriyê, Bişêriyê, Hilêliyê ketin de gelek sivîl birîndar bûn.
Di êrîşa li ser kolana Zeytuniyê de jinek 60 salî jiyana xwe ji dest da, 20 sivîlên ku 5 ji wan ji heman malbatê ne jî, birîndar bûn. Hêzên rejîmê her wiha birîndarên ku diçûn nexweşxaneyan jî gulebaran kirin. Lewma gelek birîndar rakirin bajarên Amudê, Girkê Legê û Dêrikê.
GULE LI AVAHIYA RONAHÎ TV KET
Di êrîşa hêzên rejîmê ya bi doçkaya 23.5 mm de guleyek li Navenda Nûçeyan a Ronahî TV ket û xisarek madî çêbû.