Tevî ku gelê herêmê nerazîbûneke tund nîşanî kampa AFAD'ê ya li herêma Elewiyan a Mereşê Terolarê ji bo çeteyan ji aliyê AKP'ê ve tê çêkirin, heta niha rayedaran ti daxuyanî nedane. Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl têkildarî hesabên kirêt ên AKP'ê, ku bi rêya van kampan dike, ji ANF'ê re axivî.
'GEL JI RÛDANA KOMKUJIYÊ BI FIKAR E'
Togrûl da zanîn, ku bêyî agahdarkirina gelê herêmê, rayedaran ji nişka ve dest bi çêkirina kampê kiriye û destnîşan kir, ku ji vê rewşê jî tê fêmkirin, aliyekî veşartî yê vê planê heye. Togrûl bal kişand ser hesabên qirêj ên li pişt vê planê û diyar kir, gelê herêmê ji ber sedemê mafdar û fikaran, li dijî vê kampa AFAD'ê derdikeve. Togrûl got, "Dijminatiyeke gelê herêmê li hemberî Sûriyeyiyan an jî penaberan nîne. Lê belê gel di wê baweriyê de ye, cihê ji bo kampê tê amadekirin hem ji aliyê cih hem jî ji aliyê erdnîgarî ve guncaw nîne. Kamp hema hema li nava gund tê çêkirin û cudahiya vê kampê ji kampên din ew e, ku derdora wê wê bi dîwarên bilind bê girtin û nayê zanîn ku kî wê li hundirê kampê hebin."
'DIXWAZIN MÛXALÎFAN Û EREBAN LI HEMBERÎ HEV RAKIN'
Togrûl anî ziman, ku tevî hemû nerazîbûnên gel jî rayedarên dewletê ti bi awayî ji ya xwe venagerin û destnîşan kir, ti aborî wê nikaribe travmayeke duyemîn a di dema pêş de li hemberî civaka Elewî bê kirin, ji holê rake.
Parlamenterê HDP'ê Mahmût Togrûl ragihand, ku bi salan e li hemberî Elewiyên li Mereşê polîtîkayeke koçberkirin û guhertina demografiyê ji aliyê dewletê ve tê meşandin û got, "Berê li herêma Pazarcixê mezintirîn febrîqeyên çîmento yên Tirkiyeyê hatin çêkirin. Ji ber ku bi vê bi ser nexistin, niha jî li erdê çandiniyê, kamp tê çêkirin û hewl tê dayîn bi vî rengî bigihêjin armanca xwe. Desthilatdariya AKP'ê û dewlet di heman demê de mijara penaberan ji bo siyaseta xwe ya hundirîn bi kar tîne û ji bo bicihanîna polîtîkayên xwe yên qirêt û guhertina demografiya qadên jiyana gel, di heman demê de ji bo koçberkirina gelê xwecihî, ev plan xistiye dewrê. Di vê çarçoveyê de AKP bi taybetî dixwaze Elewiyan, gelê Kurd ê li ser sînor û Ereban li hemberî hev rake, rewşa demografîk xera bike û dengê mirovên mûxalîf bibire. AKP mijara penaberan her wiha di polîtîka derve de jî ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj bi kar tîne."
'GUH BIDIN DENGÊ GEL'
Togrûl da zanîn, ku kes wê nizanibe li kampa AFAD'ê ya li herêma Elewiyan bi destê AKP'ê tê çêkirin çi biqewime û herî dawî got, "Ji xwe destûr nayê dayîn ku ji derve mirov biçin li kampeke AFAD'ê lêkolînan bikin. Fikara civaka Elewî ew e, ku li şûna penaberên ji Sûriyeyê, komên cîhadî li kampa AFAD'ê werin bicihkirin û perwerdekirin. Ji ber ku Komkujiya Mereşê ya 1978'an hînê di hiş û mejiyê gel de zindî ye. Lewma gel vê kampê qet naxwaze. Li hemberî vî gelê hatiye qirkirin, bi awayekî rêk û pêk polîtîkaya asîmîlasyonê tê meşandin. Divê tavilê dest ji çêkirina vê kampê berdin û guh bidin dengê gel. Em ê heta dawiyê bibin şopdarên vê mijarê û li cem gelê xwe her tim cih bigirin."