3 cenaze hatin texşîskirin, cenazeyek hat rakirin

Li navçeya Sûrê ya Amedê cenazeyên Erhan Keskîn, Erdal Tekîn û Welat Bîlenê ku jiyana xwe ji dest da bûn bi testa DNA’yê hatin teşxîskirin. Cenazeyek jî ji navçeyê hat rakirin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê cenazeyên Erhan Keskîn, Erdal Tekîn û Welat Bîlenê ku jiyana xwe ji dest da bûn bi testa DNA’yê  hatin teşxîskirin. Cenazeyên ku mehan e li Tipa Edlî ya Xarpetê hatin rawestandin bi testa DNA’yê hatin teşxîskirin. Hat ragihandin ku malbat wê di nava rojê de cenazeyên xwe bigirin.

Malbatên Keskîn,Tekîn û Bîlen ev mehan e ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin di çalakiya nobedê de bûn. Çalakiya li Navenda Çandê ya Dîcle û Firat hê jî didome. 7 malbat nobedê digirin.

Her wiha, tevî ku hat gotin "Operasyon qediya ye", li Sûrê ev mihan e dorpêçî dewam dike. Ji navçeyê cenazeyekî din hat rakirin.

Cenaze birin Nexweşxaneya Lekolîn û Perwerde ya Gazî Yaşar û nasnameya cenaze jî ne diyare.