Ji Desteya Karên Hundir daxuyaniya li ser Qamişlo

Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê diyar kir ku ew ê li hemberî êrîşên hêzên rejîmê yên li dijî sivîlên bajarê Qamişlo bêdeng nemînin û hemû pêkhateyan biparêzin.

Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê diyar kir ku ew ê li hemberî êrîşên hêzên rejîmê yên li dijî sivîlên bajarê Qamişlo bêdeng nemînin û hemû pêkhateyan biparêzin.

Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê têkildarî êrîşên hêzên rejîmê yên li ser bajarê Qamişlo, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên hêzên rejîmê  yên li ser  Qamişlo û hat gotin ku tiştê ku li Qamişlo diqewime, ne tesaduf e û berê amadekarî jê re hatine kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca hêzên rejîmê, ji van êrîşan derxistina fîtneyê di navbera pêkhateyan de ye û ev wiha hat domandin: "Hêzên  rejîmê di nava gel de, komên veşartî bicih kirin, ew kom bi çek kirin. Piştre jî bi armanca derxistina fîtneyê, tevlîhevî di navbera pêkhateyên kurd, ereb û Suryan de derxist."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku sedema pêkhatina êrîşan di vê demê, binketina danûstandinên Cinêv – 3 ye û ev tişt hatin gotin: “ Ji ber ku danûstanên Cinêv -3 yên di navbera rejîmê û opozisyonê de, bi bin ketin, rejîm dixwaze ku xwe weke serketî nîşan bide û bi hêz nîşan bide û bêje ku ez hîn li ser desthilatdariyê me. Ji bo vê  jî êrîşî rêveberiya xweseriya demokratîk ya ku   li ser esasê neteweya demokratîk û biratiya  gelan hatiye avakirin, dike."

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Em weke Desteya Karên Hundir û Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşê li hember van êrîşan li dijî gelên me yên sivîl ên bajarê Qamişlo, bêdeng nemînin."