BI DÎMEN

Li Bagokê dema cota bi hespan

Gundiyên Suryanî yên dehl û rezên xwe yên li çiyayê Bagokê bi hespan cot dikin, dest bi reşandina tovan kirin.

Gundiyên Suryanî yên dehl û rezên xwe yên li çiyayê Bagokê bi hespan cot dikin, dest bi reşandina tovan kirin.

Suryaniyên ku tevî ewçend êrîşên dijwar ên komkujî û qirkirinan cih û warên xwe neterikandine, jiyana xwe ya rojane li gorî şert û mercên erdnîgarî bi rêk û pêk dikin. Tevî ku teknolojiya pîşesaziyê jiyana mirovan hêsan dike jî, Çiyayê Bagokê gundiyên Suryanî bi hespan dehl û rezên xwe cot dikin.

Ji gundê Sê Derî Yakûp, sedema cota bi hespan a li şûna traktorê vegot û got, "Niha li 7 gundên Suryaniyan ên li Çiyayê Bagokê; Badibê, Sê Derî (Xerabê Mişka), Erkah, Ihwo, Kafro, Enhil û Arbo li şûna traktorê bi hespan cot tê kirin. Tevî ku tiriyê me yê ji bo şerabê zêde nema be jî, rezên me hene û em wan bi hespan cot dikin. Erd dijwar e û tije kevir e. Traktor nikare cota vir bike, lewma em bi hespan dikin. Em li To Îzlo (Çiyayê Bagokê) ji dayik bûn û Suryanî wê vî çiyayiê xwe yê pîroz, ax û kevirên xwe neterikînin. Divê ev şerê bêwate tavilê bi dawî bibe. Ev erdnîgarî cihê gelên qedîm e. Şer biqede wê li vê xaka bedew a gelan, şaristanî bi pêş bikeve."

...