'Medya Kurd bi kevneşopiya MED TV mezin dibe'

Rojnameya Kurdistanê ya di 22'ê Nîsana 1898'an de li paytexta Misir Qahîreyê ji aliyê Mîkdad Mîdhat Bedirxan ve hat derxistin, 118 salî ye. Rojnamevanên Kurd ên vê kevneşopiyê didomînin, dibêjin, medya Kurd bi kevneşopiya MED TV mezin dibe.

Rojnameya Kurdistanê ya di 22'ê Nîsana 1898'an de li paytexta Misir Qahîreyê ji aliyê Mîkdad Mîdhat Bedirxan ve hat derxistin, 118 salî ye. Rojnamevanên Kurd ên vê kevneşopiyê didomînin, dibêjin, medya Kurd bi kevneşopiya MED TV mezin dibe.

Çapemenî û medya Kurd, di sala 118'an de tevî Stêrk TV, Med Nûçe, Çira TV, Ronahî TV, Newroz TV, Azadiya Welat, Yenî Ozgur Polîtîka, Ozgur Gundem, ANF, DÎHA, ANHA, Radyoya Dengê Kurdistanê û bi dehan malperên înternetê dewam dike. Kevneşopiya çapemeniya Kurd ku bi dayîna gelek berdêlên mîna Mûsa Anter, Hafiz Akdemîr, Ferhat Tepe, Gûrbetellî Ersoz û Denîz Firat xwe gihandiye vê astê, di roja îro de jî ji aliyekî ve komkujî û zextên li Kurdistanê ronî dike, ji aliyê din ve ji bo ronakbîriya Kurd weke navendeke perwerdeyê ye.

Li dehan navendên medyayê, li çiyayên Kurdistanê, li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê û li gelek deverên Kurdistanê tevî bi sedan xebatkarên xwe, ev kar dewam dike.

Pinar Katûrman, Cahît Mervan, Mahmût Onder, Hesen Qazî, Amed Dîcle û Ozlem Orûç ên demeke dirêj e di nava medya Kurd de cih digirin, rewşa medya Kurd û rola televîzyonkariya Kurd a bi MED TV re destpê kir, ji ANF'ê re nirxandin.

KATÛRMAN: DI MEDYA KURD DE JIN XWEDÎ CIHEKÎ GIRÎNG E

Ji edîtorên MED NÛÇE Pinar Katûrman da xuyakirin ku jin di dîroka medya Kurd de xwedî cihekî girîng e û got, "Hevalên mîna Gûrbetellî Ersoz, Denîz Firat û Şîlan, di medya KUrd de roleke girîng lîstine. Bi taybetî sazîbûna medya Kurd di salên 1990'î de, pêwendiya xwe bi têkoşîna azadiyê ya Kurd re heye. Ev yek jî ji têkoşîna azadiya jinê ve ne cuda ye. Rastiya weke mîrateya Gûrbetelliyan tê pênasekirin, navê afirîneriyê ye." Katûrman destnîşan kir, ku di nava medya Kurd de jin xwedî têkoşîneke bi du qatan zêdetir e.

Pinar Katûrman da zanîn, ku ew hewl didin bibin medyayeke li dora rastiya jinê tevdigere û anî ziman, ku b têgihiştina jina azad a alternernatîf ew dixwazin jinê nîşan bidin, kirasê serdest û zayendîparêz ên lê hatiye kirin red bikin û li şûna wê jinê bi rengê xwe nîşan bidin.

ONDER: BERDÊLÊN GELEKÎ MEZIN HATIN DAYÎN

Rojnamevan Mahmût Onder jî da xuyakirin, ku medya Kurd piştî salên 1990'î bi pêş ket û got, "Dîroka medya Kurd her çend di sala 1898'an de bi rojnameya Kurdistanê destpê kiribe jî, di salên 1990'î de bi tevgera azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê ve li qada medya Kurd pêşketinên cidî rû dan. Lê belê ji ber zextên giran, bi dehan rojnamevanên Kurd derketin Ewropayê û karê xwe li vir dewam kirin. Û di sala 1995'an de bi pêşniyara Rêber APo re yekemîn televîzyona Kurd MED TV ava bû. Ev yek ji bo Kurdan şoreşeke gelekî mezin bû."

Onder bibîr xist, ku medya Kurd berdêlên gelekî mezin dane û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di serî de Mûsa Anter, Gûrbetellî Ersoz bi dehan hevalên me yên rojnamevan hatin qetilkirin, girtin. Berdêlên gelekî mezin hatin dayîn. Stêr TV, MED NÛÇE, Ronahî TV, Çira TV, Newroz TV, ANF, DÎHA, Rojnews, ANHA, Azadiya Welat, Yenî Ozgur Polîtîka, Ozgur Gundem, Radyoya Dengê Kurdistanê û bi dehan malbatên înternetê yên îro weşana xwe dikin, toreke mezin a medya Kurd li çar parçeyên Kurdistanê ne. Ev hemû, li ser van berdêl û keda mezin ava bûn û xwe gihandin roja îro. Girîng e her kes bi qîmetê van bizanibin."

Onder da zanîn, ku MED TV di jiyana wî de xwedî cihekî taybet e û got, "Tevî hemû zor û zehmetiyan jî ew roj xweş bûn. Bi her kesî re coş û kelecaneke mezin hebû. Ji ber ku MED TV di nava Kurdan de xwedî girîngiyeke taybet e. Îro jî ev kevneşopî bi keda bi sedan rojnamevanên ciwanan dewam dike. Daxwaza min ji van hevalan ew e, ku ti carî ji rastiyê, ji edaletê venegerin, tawîzê nedin û rojnamevaniyê bikin."

QAZÎ: LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ MEDYA QEDEXE YE

Rojnamevan Hesen Qazî jî da xuyakirin, ku li Rojhilatê Kurdistanê rojnamevaniya Kurd a nûjen di destpêka salên 1940'î de destpê kir û got, "Tevî ku li hin bajaran di hin rojname û kovaran de gotarên bi Kurdî hatin weşandin jî, yekemcar kovara Niştimanî di sala 1943'an de weke organa weşanê ya Komelî Jiyanneweyî Kurd (JÊKAF) dest bi weşanê kir. Ev kovar li Tebrîzê ji aliyê çapxaneyeke Ermenî ve dihat çapkirin û bi rêk û pêk dihat weşandin. Heta sala 1944'an weşana xwe kir. Piştî vê demê rojnameya Kurdistanê dest bi weşanê kir. Û di serdema Komara Kurdistanê de hin kovar hatin weşandin. Piştî ku Komara Kurdistanê hilweşiya, medya Kurd rastî zextên giran hat. Rojnameya Kurdistanê piştî çend salan ji nû ve dest bi weşanê kir. Wekî din xwendekarên Kurd ên li Sowyetan dijiyan, di rojnameya Azebaycanê de rûpelekî Kurdî derxisitn. Ev weşana di sala 1947'an de destpê kir, heta sala 1962'an dewam kir. P,iştre li hin cihan weşanên din jî derketin."

Qazî diyar kir, li Rojhilatê Kurdistanê weşana Kurdî zor û zehmet e û got, "Ji bo weşandina rojname û kovarê divê ji dewletê destûr bê stendin. Ji xwe destûr ji vê re jî nayê dayîn. Hin malperên înternetê hene, weşana wan jî tê astengkirin. Li welatên Kurd lê ne astengî û girtin heye. Zext li ser medya Kurd heye. Lê rewşa li Îranê cuda ye. Li Rojhilatê Kurdistanê bi ti awayî destûr ji medya Kurd re nayê dayîn."

MERWAN: DIVÊ DÎROKA MEDYA KURD RAST BÊ VEGOTIN

Nivîskar-rojnamevan Cahît Merwan ê di televîzyonên Kurd MED, MEDYA, ROJ û STÊRK TV de 20 salan xebitî bibîr xist, ku ji ber rejîmên zordar rojnamevaniya Kurd li sirgûnê derket holê. Merwan got, "Piştî ku rojnameya Kurdistanê li Qahîr, Cenevre, Londonê hewl da weşana xwe bidomîne, çarenûsa rojnameyên Ronahî û Hawarê jî li her devera lê rastî zexta mêtîngeran hat. Piştî salên 1990'î, rojnamevanên Kurd ji ber zextên giran derketin sirgûnê. Yekemîn televîzyona Kurd li sirgûnê ava bû û dewlet bi taybetî li hemberî vê ket nava hewldanan. Ji bo girtina vê televîzyonê ji her alî ve hewl da bendan deyne. Ji bo astengkirina lîsansê dewleta Tirk zext li gelek welatan kir. Tevî vê yekê gelek dezavantajên mayîna li sirgûnê hebûn. Lê belê, tevî vê yekê jî serketineke mezin derket holê."

MED TV DENGÊ KURDISTANÊ JI CÎHANÊ RE RAGIHAND

Cahît Merwan da xuyakirin, ku di nava medya Kurd de keda bi sedan lehengên bênav hene û bal kişand ser girîngiya televîzyonkariya Kurd a bi MED TV destpê kir û gihaşt roja îro. Merwan got, "Di sala 1995'an dema MED TV derket holê, ti destketiyeke pêş çavan a Kurdan tinebû. Bi MED TV ve Kurd bûn xwedî destketiyek hîs bike, dest bide. Mirovên gundên wan hatin şewitandin, zarokên wan jiyana xwe ji dest dan, bi rêya MED TV dîtin ku ev ne belasebep bû. Li aliyê din MED TV cîhan gihand mala Kurdan. Û bi gelek deng û çandan ev yek kir. Mînak Kurd bi saya MED TV pê hesiya ku li cîhanê gelekî bi navê Aborjîn heye. Bi rêya MED TV netewe û baweriyên cuda yên li Kurdistanê nas kir. Ev hemû destketiyên mezin in. Wekî din dengê Kurdistanê gihand cîhanê. Zextên li ser MED TV çiqasî zêde bûn, cîhanê jî hîn bêhtir berê xwe da vê derê. Di serî de BBC, CNN televîzyonên ji gelek welatan hatin û li ser MED TV bername çêkirin. Ev yek jî bandora televîzyonkariya Kurd nîşan dide. Îro bi dehan televîzyon heen, lê ti ji van xwe negihandine asta bandora MED TV. Mebesta min bi taybetî hin televîzyonên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê ne. Bi temamî qirêjiya dîmen e. Ti eleqeya weşanên wan bi rastî û çanda civaka Kurd nîne. Tuyê bêjî qey li Miami weşanê dikin. Halbûkî li Kurdistanê şerek heye, birçîbûn û xizanî heye. Û ev yek di weşanên van qenalan de cih nagirin."

DÎCLE: MEDYA KURD LI SIRGÛNÊ DEWAM DIKE

Rojnamevan Amed Dîcle jî bal kişand ser rewşa medya Kurd tê de ye û got, "Medya Kurd hînê bi giranî weşana xwe li sirgûnê didomîne. Dîcle işaret bi zor û zehmetiyên rojnamevaniya dûrî ji çavkaniyê kir û got, "Ev yek rê li ber gelek pirsgirêkan vedike. Hûn dûrî civak û erdnîgariya jê re weşanê dikin e. Lê ev rewş di salên dawî de bi giranî ji holê hat rakirin. Ji ber ku li Kurdistanê gelek destketî hatin afirandin û êdî saziyên medya yên li nava welêt gihaştine wê astê ku saziyên medya yên li derveyî welêt xwedî bikin. Berê, medya li sirgûnê bersiv dida pêwîstiyên civakê yên bi nûçeyan. Lê niha her du jî hev xwedî dikin. Dîsa jî mezintirîn qenalên televîzyonê yên Kurd hînê li sirgûnê weşanên xwe dikin. Ji ber ku pirsgirêkên siyasî yên rê li ber rojnamevaniya li sirgûnê vedike, hînê hene. Nêzîkatiya li medya Kurd beriya 20 salan çi be, niha jî bi heman rengî ye. Hînê saziyên me tên girtin û ji bo ekranên wan bên reşkirin karê dîplomasiyê tê meşandin. Dest li akredîtasyonên hevalên me jî werdidin. Di asta dewletan de li hemberî me lobî tên kirin. Dîsa jî medya me gav bi gav mezin dibe."

Dîcle ragihand, ku hin berpirsyariyên nû yên dikeve ser milê medya Kurd hene û got, "Me berê bi giranî cih dida mexdûriyeta gelê xwe. Ya ku dihat kirin, me ew teşhîr dikir. Lê êdî Kurd li Rojhilata Navîn pêşengiyê ji têkoşîna azadî û demokrasiyê re dikin. Û medya Kurd jî divê li gorî vê têkoşîna gel bibe xwedî performansekê. Yanî divê em bibînin ku em êdî ne medya gelekî mexdûr in, em medya gelekî serketî ne û li gorî vê yekê tevbigerin.

QENALÊN JI KEVNEŞOPIYA MED TV TÊN JI BO KURDAN NAVENDA PERWERDEYÊ NE

Dîcle bal kişand ser rola televîzyonkariya Kurd û got, "Televîzyonkariya Kurd a bi MED TV destpê kir di asteke nû de dewam dike. Ji MED TV heta ROJ TV her televîzyon li gorî dema xwe rol lîstin. Bi dayîna berdêlên giran re xwe gihand roja îro. Televîzyonkiariya Kurd bi nûçe, bername, weşanên li ser mijarên çand û perwerdeyê re ji bo hemû Kurdan weke dibistanekê tevdigere."

Dîcle gelek televîzyonên Kurd bi taybetî yên li Başûrê Kurdistanê rexne kir û got, "Niha gelek televîzyonên bi Kurdî weşanê dikin hene, lê zehmet e mirov ji van re bêjin 'Televîzyonên Kurd'. Gelek televîzyonên ku weşangeriya Kurdî deforme kirine, derketin holê, hatin derxistin. Hewl didin bikevin mala mirovan û bandorê li wan bikin. Bi taybetî hin qenalên li Başûrê Kurdistanê hene ku naxwazim navên wan bilêv bikim, weşana Kurdî dikin lê ji aliyê weşanê ve dijminatiyê li Kurdan dikin. Mînak; eger televîzyonên çapemeniya azad şerê li Kurdistanê neweşîne, kesekî biweşîne nîne. Weşanên dijberiyê dikin. Propaganda şerê taybet êdî hem bi Kurdî hem jî bi Tirkî dikin. Lewma eger çapemeniya azad nebûya, wê wehşeta li Cizîr, Silopiya û Sûrê bi rengekî cuda ji me re vegotibûna."

ORÛÇ: KEDA BI DEHAN KESAN HENE

Ji rejîsorên MED NÛÇE û STÊRK TV Ozlem Orûç jî qala pişt kameraya weşangeriya Kurd kir. Orûç ku rejîsora yekane ya jin e, anî ziman ku temaşevan bi tenê ya di ekranê de tê dîtin dibîne û got, "Amadekariya bernameyekê, bulteneke nûçeyan ji aliyê bi dehan kesan ve tê kirin. Keda bi dehan kesan heye. Nûçegihan, edîtor, yên bi deng, montaj, kamera û ronahiyê re mijûl dibin... Li televîzyonên mîna yên me, kar bi du qatan zêdetir e. Em serê sibehê destpê dikin û heta derengiya şevê dixebitin. Ji bo bernameyeke bêyî pirsgirêk bê weşandin, girîng e ev ekîb hemû di nava ahengiyê de bi hev re bixebitin. Pirsgirêkek biçûk jî derkeve, ev yek bandorê li weşanê dike. Ev jî dibe sedem ku kalîte kêm bibe."

Sibe:
Hevpeyvîna bi Hacer Altûnsoy, Îsmet Kahyan, Rêşad Sorgul, Kenan Azîzoglû, Dilêr Akreî, Gulîstan Îke, Ejder Şêxo..
-Di nava medya Kurd de cihê jinê
-Di medya Kurd de rola rojnameyên Serxwebûn û Berxwedan
-Rewşa medya Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê
-Di salên 1990'î de medya Kurd  li ser kîjan bingehan bi pêş ket

...