'Qedexeya derketina derve' di roja 18. de ye
Li Silopiyayê 'qedexeya derketina derve' di roja 18. de ye.
Li Silopiyayê 'qedexeya derketina derve' di roja 18. de ye.
Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê 'qedexeya derketina derve' di roja 18. de ye. Li taxên Başak û Barbaros bi qedexeyê ve bi sedan kargeh û malên welatiya hatin şewitandin.
Welatiyên ku ji her du taxan hatine derxistin û li taxên cuda de hatine bicihkirin, bi pirsgirêkên xwarinê re rû bi rû ne.
Li wan taxên ku welatî hatine bi cih kirin de li her malekê herî kêm 15 kes dijîn.
Şêniyên navçeyê dan xuyakirin, ku ji roja destpêkirina qedexeyê û vir ve dermanfiroş girtî ne, lewma ew nikarin dermanên ji bo nexweşên kronik tên bikaranîn, werbigirin.