PDK û AKP li Rojava hatin şermezarkirin
Gelê Rojava êrîşên çeteyên ser bi PDK û AKP'ê şermezar kir. Di axaftinên li van çalakiyan de hat ragihandin, PDK polîtîkayên li dijî gelê Kurd dimeşîne.
Gelê Rojava êrîşên çeteyên ser bi PDK û AKP'ê şermezar kir. Di axaftinên li van çalakiyan de hat ragihandin, PDK polîtîkayên li dijî gelê Kurd dimeşîne.
Êrîşên çeteyên PDK û AKP'ê yên li hemberî Şêx Meqsûd û Bakurê Kurdistanê li til Temir, Dirbêsiyê û Serêkaniyê hatin şermezarkirin. Bi hezaran kesên daketin qadan, ambargoya li ser Rojava jî şermerzar kirin.
TIL TEMIR
Ji bo tevlÎ meşê bibin, bi sedan şêniyên Til Temir ji kurd, ereb û asûriyan li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan hatin cem hev. Çalakger li vir al, sembol û pankartên ku bi zimanên kurdî, erebî û suryanî “Êrîşên Koalîsyona Sûriyeyê û ENKS’ê îxaneta bi xwîna şehîdan re ye”, “Bê dengiya navnetewî beramberî êrîşan şermezar dikin”, “Berxwedana Şêxmeqsûd û Bakurê Kurdistanê silav dikin… Hun ne bi tenê ne”, “Cinêv şoreşa Rojava temsîl nake, biryarên Cinêvê jî me eleqedar nakin” û “Êrîşên barbarî yên dijî Şêxmeqsûd û îxaneta ENKS’ê şermezar dikin” li ser hatibûn nivîsandin, rakiribûn û berê xwe dan qada sereke ya herêmê.
Li qada bajar, meş veguherî mêtîngekê. Piştî rêzgirtinê, Hevserokê Meclîsa TEV-DEM’ê Xelîl Osman û Endama Rêveberiya Kongira Star Bihar Botan axivîn.
Qisekeran dan zanîn ku berxwedana Nisêbîn û Qamişlo dewamiya mîrateya têkoşîn û berxwedana gelê kurd û pêkhateyên din a dijî sîstemên dîktator e û gotin, lewra divê hemû pêkhateyên herêmê di van pêvajoyên dîrokî de dest bidin hev û bibin yek ref.
Qisekeran her wiha girtina deriyê sînor ê Sêmalka li pêşiya derbasbûna alîkarî û pêdiviyên jiyanî yên gelê Rojava şermezar kirin û ev yek weke hevkariya PDK’ê bi dijminên gelê Kurd re binav kirin.
Meş û mêtîng bi qîrîna dirûşmeyên silavkirina berxwedana Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi dawî bûn.
DIRBÊSIYÊ
Meşa Dirbêsiyê jî bi dirûşmeya “Bes e ji îxaneta we re, dorpêça Rojava encama tîfaqa Barzanî û Dewleta Tirk e” hat li darxistin. Bi hezaran şêniyên bajarê Dirbêsiyê û bajarokê Zirganê tevlî meşê bûn.
Meş ji pêşiya navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava destpê kir û li bazara navendî ya herêmê jî bi dawî bû. Li vir Endama Dîwana Meclîsa Zagonsaz a herêma Cizîrê Perwîn Mihemed Emîn axivî û got "Êdî tiştekî veşartî nemaye. Hêzên Koalîsyona Sûriyeyê û hevkarên wan ên ENKS’ê ji aliyê istîxbarata Tirkiyeyê tên rêvebirin. Bûyerên diqewimin vê yekê îsbat dikin. Diviyabû PDK’ê di van rewşan de helwestek kurdwarî ji êrîşên li dijî gelê Bakurê Kurdistanê û Rojava stendiba. Lê belê helwestên PDK’ê asta bilind a têkiliya AKP-PDK radixin ber çavan." Meşvanan li vir jî meşa xwe bi qîrîna dirûşmeyên şermezarkirina polîtîkayên PDK’ê bi dawî kirin.
SERÊKANIYÊ
Bi sedan şêniyên Serêkaniyê jî çalakiya xwe li stada Şehîd Rustem Cûdî organîze kirin. Van di çalakiya xwe de pankartek ku "Dorpêça Rojava encama tîfaqa Barzanî û Dewleta Tirk e, bes e ji îxaneta we re" li ser hatibû nivîsandin, rakiribûn.
Di çalakiyê de Endamê Komîteya Xebatên Civakî ya Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Cahîd Hesen axivî û helwesta PDK’ê ya girtina deriyê sînor li pêşiya derbasbûna pêdiviyên jiyanî yên Rojava weke 'îxanet' bi nav kir.
Çalakî bi qîrîna dirûşmeyên şermezarkirina êrîş û dorpêça li dijî Rojava bi dawî bû.