Nisêbînê bûye tirs û xofa dilê çeteyên AKP/Qesrê!

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, 7. "qedexeya derketina derve" ya di 14'ê Adarê de hat ragihandin, di roja 40. de ye. Çeteyên AKP/Qesrê tevî teknîk û çekên xwe yên giran jî nikarin berxwedana bi heybet bişikînin.

Tirs û fikara çeteyên AKP/Qesrê ya li pêşberî berxwedana li Nisêbînê zêde bûye. Leşker-polîsên naxwazin tevlî operasyonan bibin li hev dixin. Hat ragihandin, ji ber întixar û îstifaya leşker-polîsan, dewleta Tirk psîkiyatr şandiye navçeyê.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, 7. "qedexeya derketina derve" ya di 14'ê Adarê de hat ragihandin, di roja 40. de ye. Çeteyên AKP/Qesrê tevî teknîk û çekên xwe yên giran jî nikarin berxwedana bi heybet bişikînin.

ZÊDEYÎ 50 KUŞTIYÊN TÎMÊN TAYBET ÇÊBÛN

Li taxên berxwedanê, herî kêm 2 serdar (bînbaşi) zêdeyî 50 tîmên taybet hatin kuştin. Di şer de 18 endamên YPS-YPS/Jinê jiyana xwe ji dest dan.

ÎNTIXAR Û ÎSTIFA...

Çeteyên AKP/Qesrê yên nikarin bi berxwedanê, xwe ji operasyonan vedigirin. Ev yek dibe sedem ku li hev bixin. Ji ber vî şerê navbera leşker û polîsan Serokê Fermandariy Giştî Hûlûsî Akadar û gelek fermandarên payebilin dên artêşê neçar man biçin navçeyê. Tevî van payebilindan hevdîtin pêk anîn jî, tirs û endîşeya heyî ji holê ranebûye. Hat ragihandin ev pirsgirêka navbera leşker-polîsan kûrtir bûye û 2 hezar tîmên taybet daxwaznameya îstifayê pêşkêş kirine.

Ji ber ku fermandarên polîs û leşkeran nikarin pêşî li xwevegirtina li operasyonan, îstifa û întixarê bigirin, gelek psîkiyatr ji herêmê re hatin şandin. Li gorî agahiyan Fermandariya Doktrîna Perwerdeyê (EDOK) di vî warî de dixebite.

LI NAVÇEYÊ DARBEYA LEŞKERÎ

Serokkomarê Tirk Recep tayyîp Erdogan jî dema ji êrîşên qirkirinê ti encam negirt, gotibû, "Eger pêwîstî pê hebe cihên operasyonê bi temamî vala bikin û avahiyan ji dûr ve bi topbaranê hilweşînin."

AKP/Qesrê, ji ber vê binketinê hemû erkên li navçeyê ji amîrên mulkî û îdarî girt û da destê leşkeran.

AKP/Qesr ditirse rastiya li navçeyê derkeve holê. Lewma bi fermana AKP/Qesrê nûçegihana DÎHA'yê Meltem Oktay hat girtin, Ûgûr Akgul jî ji navçeyê hat derxistin.

TÊN KUŞTIN Û VEDIKIŞIN

Bi taybetî taxa Abdulkadîrpaşa ya hatiye dorpêçkirin, bi top û obusan tê bombekirin û malên gelê sivîl hedef tên girtin. Maşînên zirxî yên li derdora nexweşxaneya berê bi cih bûne bênavber guleyan li taxan direşînin.

Çeteyên hewl dan bikevin nava kolanên Şîrîn û Kanaryayê, li pêşberî berxwedana endamên YPS-YPS/Jinê kuştiyan didin û vedikişin.

Çeteyên AKP/Qesrê danê vê sibehê li taxên şer lê kêm diqewime, gelek mal û kargeh şewitandin. Hemû kargehên li kolana Cûmhûriyetê ji aliyê maşînên zirxî ve hatin şewitandin.

Li aliyê din, hat ragihandin ku gorên endamên YPS-YPS Jinê ji aliyê hêzên rejîmê ve tên xerakirin.