KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çeteyên Qesrê li Nisêbînê bi dehan mal şewitandin
Li Nisêbînê herêmên xwerêveberiyê bênavber bi obusan têne bomberdûmankirin, li Taxa Kişlayê jî hêzên dewletê bi dehan mal û kargeh şewitandin. -
‘Em rê nadin dijmin ku îradeya me bişkîne’
Rêveberiyên saziyên bajarê Til Temirê li hember tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd û sirgûnkirina hevalên li cem wî bertek nîşan dan û gotin, “Heta Rêberê me azad dibe em ê li ber xwe bidin û em rê nadin dijmin ku îradeya me bişkîne.” -
Li Licê gel ber bi herêma ku tê bombekirin ket tevgerê
Bi bombekirina balafirên şer a li bejahiya Amed’ê Licê, li derdora gundê Sîsê û berdewamkirina sewqiyata leşkerî ya li navenda Licê, gel berê xwe da qadên ku ji aliyê balafirên şer ve têne bombekirin. -
Çeteyên Qesrê li Geverê malan dişewitînin
Li navçeya Gever a Colêmergê çeteyên Qesrê di bin nave “lêgerînê” de malan dişewitînin. Li Taxa Gungorenê gelek mal bi teqemeniyan ve bêkêr kirin. -
Li herêma Mûsellesê li hember çeteyan operasyon hate lidarxistin
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan a li hember Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dike. -
Li Şirnexê kesek hate girtin
Halîl Ustek ê li Şirnexê tevî êrîşên qirkirinê jî mala xwe neterikand, piştî îfadeya wî ya li Midûriyeta Emniyeta Bajêr, ji aliyê dadgehê ve hate girtin û şandin girtîgehê. -
Nûçegîhanê DÎHA’yê Bîlal Gundem hate binçavkirin
Li Êlihê Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DÎHA) Bîlal Guldem ê ku nûçe dişopand, hat binçavkirin. -
Metro Center: Divê astengiyên li pêşiya çapemeniyê bêne rakirin
Bi boneya 118. Salvegera Rojnamevaniya Kurd, navenda lêkolînkirina binpêkirina mafên çapemeniyê Metro Center, li Kerkûkê daxuyaniyek da. -
Li sînorê Qilebanê gerîlayên HPG’ê derbeyên giran li artêşa Tirk dan
HPG’ê da xuyakirin ku 23’yê Nîsanê hêzên gerîla bi çekên giran û ferdî li hember leşkerên ku li derdora girê Kuroşîno ji du baskan tevdigeriyan çalakî li dar xistine û 8 leşker kuştine. -
Li Şirnexê şer û bomberdûmana giran
Li Şirnexê êrîşên herî dijwar ên rojên dawî di meriyetê de ye, bajar ji çar milan dane ber obusan, bi bombekirinên 8 saet bênavber didomin ve li derdora qadên xwerêveberiyê şerên dijwar diqewimin. -
Li Nisêbînê 5 çeteyên Qesrê hatin kuştin
Di şer û çalakiyên li Nisêbînê de qasî ku hate tespîtkirin 5 çeteyên Qesrê hatin kuştin. -
Atar, Akpolat û Gulen bi tîlîliyan hatin oxirkirin
Cenazeyên Ercan Atar û Serhat Akpolat ên li Geverê, Agît Gulen ê li Dêrsimê di şer de jiyana xwe ji dest dan, bi tilîliyan hatin oxirkirin. -
Xizmên windayan Ermenî û zarokên hatin qetilkirin bibîr anîn
Xizmên Windayan ên li Amed û Êlihê li hev civiyan, careke din hesab ji dewletê xwestin. Di çalakiyan de lenet li Qirkirina 1915'an hat anîn û bal hat kişand ser hovîtiya dewlet li zarokan dike. -
Dîcle: Divê banga Ocalan a li ser ekolojiyê bi cih were anîn
1. Konferansa Giştî ya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê destpê kir. Hevserokê KCD'ê Dîcle di axaftina xwe ya li vir de destnîşan kir, ku divê bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li tevgera ekolojiyê hatine kirin, bicih bên anîn. -
Li Şemrexê piştî êrîşa bombeyî ya li dijî wesayîta leşkerî, şer destpê kir
Li navçeya Mêrdîn Şemrexê, piştî teqîna mezin a di dema derbasbûna wesayîteke leşkerî de rû da, şer destpê kir. -
Ji Meclîsa Bilind a Ragihandinê ya Kantona Cizîrê bang
Meclîsa Bilind a Ragihandinê bang li hemû dezgehên ragihandinê kir ku li hember rewşên aloz bi berpirsyarî tevbigerin. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Hesass hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Vedat Hesass (Zagros Cûdî) bi merasîmekê hat veşartin. -
Li Mêrdînê li hemberî wesayîta zirxî çalakî
Li Şemrexê, di dema derbasbûna wesayîta zirxî de teqînekê rû da. Piştî teqînê gelek wesayîtên zirxî û 4 ambûlans sewqî herêmê hatin kirin. -
Polîsên Tirk îfadeya Bor a ku bi giranî birîndar kiribûn girtin
Îfadeya Remziye Bor a bû hedefa tîmên taybet hat û li nexweşxaneyê tê dermankirin, hate girtin. -
Bav Bîlen: Gelê Kurd wê serî netewîne
Cenazeyê şervanê YPS'ê Welat Bîlen li Qoserê hat veşartin. Bav Mehmet Tahîr Bîlen li vir peyivî û got, "Yên dixwazin bi vî rengî gelê Kurd tine bikin bila zanibin; çawa ku gelê Kurd heta niha serî netewandiye, wê niha jî serî netewîne." -
Li Licê bomberdûman û tevgera leşkerî
Bejahiya Sisê ya Licê ji serê sibehê ve ji aliyê balafirên şer ve tê bombekirin. Li navenda navçeyê jî tevgereke zêde ya leşkerî heye. -
Li Nisêbînê çeteyekî Qesrê hat kuştin
Di şerê giran ê li taxa Abdulkadîr a Nisêbînê de, Çawişê Pispor Ethem Hacimahmûtoglû yê danê sibehê bi guleya li serî ketî bi giranî birîndar bû, mir. -
Dewleta Tirk li Şirnexê xaniyan dişewitîne
Qadên xwerêveberiyê yên li Şirnexê bênavber bi obusan tên bombekirin. Li taxa Îsmetpaşa jî hêzên dewleta Tirk agir berdan bi dehan mal û kargehan. -
KNK: Bila Qirkirina 1915'an bê qebûlkirin
"Em wek KNK, jenosîda sala 1915'an careke din bi xurtî şermezar dikin û daxwaz dikin ku ji aliyê tevahiya dem û dezgehên peywendîdar ve bê qebûl kirin." -
Li Cizîrê zexta 'zarokên xwe bînin' li malbatan tê kirin
Li Cizîrê, piştî wehşet û komkujiya ji aliyê dewletê ve hat kirin, tê gotin bi sedan ciwan tevlî refên PKK'ê bûne. Hêzên dewleta Tirk jî diçin cem malbatên zarokên wan ne li navçeyê ne û zexta "biçin zarokên xwe bînin" li malbatan dikin.