BI DÎMEN

‘Em rê nadin dijmin ku îradeya me bişkîne’

Rêveberiyên saziyên bajarê Til Temirê li hember tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd û sirgûnkirina hevalên li cem wî bertek nîşan dan û gotin, “Heta Rêberê me azad dibe em ê li ber xwe bidin û em rê nadin dijmin ku îradeya me bişkîne.”

Rêveberiyên saziyên bajarê Til Temirê li hember tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd û sirgûnkirina hevalên li cem wî bertek nîşan dan û gotin, “Heta Rêberê me azad dibe em ê li ber xwe bidin û em rê nadin dijmin ku îradeya me bişkîne.”

Ev demeke pir dirêj e tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  tê meşandin. Rêveberiyên saziyên bajarê Til Temirê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û sirgûnkirina hevalên li cem wî nerazîbûnên xwe bi ANF’ê parve kirin.

Endama Rêveberiya Kongreya Star DilşaYûnis diyar kir ku hedefa tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew e ku îradeya gel bişkînin û bi taybetî jî îradeya jinê bişkînin, wiha dewam kir: “Ev tecrîda şidandî ya li ser Rêberê me pêk tê, em şermezar dikin. Em jî weke jin ti carî ji pey Serokê xwe venagerin û bi sekna xwe ya xurt ve em ê li hemberî dijmin bisekinin. Heta em Rêberê xwe rizgar dikin û heta ku vê tecrîdê bişkînin, em ê ji îradeya xwe danekevin. Niha jî hevalên li gel rêberê me dûr dixin. Ew dixwazin Serokê me bi tenê bihêlin. Lê, bila bizanibin ku îradeya gel bi Serokatî rabûye. Ji ber vê jî sekna me û ya Serokatî, li hemberî Erdogan û dijminan bûye yek sekin. Em di jiyanê de bûne yek, em ê rê nedin dijmin îradeya me bişkîne.”

Endamê Rêveberiya Desteya Aborî Umer Dêrikî jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar û lenet kir, wiha dom kir: “Serokatî niha berxwedaniyeke mezin dide. Ev derdora 18 salan e û tim dixwazin Serok bêbandor bikin. Ji ber ku rêya rast dide civakê û rê vekir ku gel rastiya xwe, mafê xwe û rastiya dijmin derxîne holê. Her wiha armanca vê tecrîdê ew e ku dixwazin me û Serokatî ji hev dûr bixin, lê bila di vê bawariyê de bin ku em ti carî ji Serokê xwe qut nabin.”

Umer bal kişand li ser hevalên ku ji gel Ocalan hatine sirgûnkirin û wiha got: “Hevalên li gel Serokatî ya ku carîna hevûdu didîtin, hinekî nêzîk bûn, ji hev qut kirin û ew hevalên li gel Serokatî jî veguhestin cihekî ji Serokatî dûr. Ev jî bi armanca şerekî piskolojîk kirin, lê bila bizanibin ku nagihijin armancên xwe. Di cîhanê de ti kesî nikare vê berxwedana bimeşanda, lê Serokatî ev kir û ti carî hêza wî û morala wî nakeve, wê hemû gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn wî biparêze û em ê jî heta dawî bi fikir û felsefeya Serokê xwe re bin.”

Her wiha yek ji Mamosteyên SZK’ê Siyamend Yûsif jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û berxwedana wî silav kir, wiha axivî: “Jixwe AKP’ê piştî ev bûyer û serkeftinên li Rojavayê Kurdistanê û îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Bakurê Kurdistanê, di şexsê Serokatî de ev tecrîd pêk anî û xwestin ku îradeya gelê Kurd bişkînin, dixwazin Serokatî ji gelê wî dûr bixin, lê ev armancên dijmin naçin serî.  Ji ber gelê Kurd îradeya xwe bi ya Serokatî re girê daye. Ji ber vê jî piştî vê tecrîdê hevalên li gel Serokatî dûr xistin. Hewl dan ku Serokatî nikaribe nêrînên xwe jî parve bike,rê û rêbazên aştiyane negihîne gelê xwe. Dîsa rê nadin ku parêzerên wî jî biçin gel wî û dixwazin bi tenê bihêlin. Lê, Serok ji bo me hedef û bingeh danî û zemîneke xurt ava kir, em gihandin vê astê niha. Ji ber vê jî heta ku ev tecrîd berdewam bike em ê deh qatan zêdetir dengê xwe bigihînin Serokatî.”

 

...