Ji Meclîsa Bilind a Ragihandinê ya Kantona Cizîrê bang

Meclîsa Bilind a Ragihandinê bang li hemû dezgehên ragihandinê kir ku li hember rewşên aloz bi berpirsyarî tevbigerin.

Meclîsa Bilind a Ragihandinê li Herêma Cizîrê daxuyaniyek nivîskî weşand û tê de bang li hemû dezgehên ragihandinê yên li Rojava kir ku beramberî rewşa herêmê û hewldanên rejîmê yên derxistina fitneyê li Rojava bi berpirsyariyek dîrokî tevbigerin.

Daxuyaniya meclîsê wiha ye:

"Di nav pêvajoya ku herêm bi gelemperî û Rojava bi taybet tê re derbas dibe, hewldanên hêzên derve û hundir ên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de, divê em hemû bi ruhekî berpirsyar tevbigerin.

Em Meclîsa Bilind a Ragihandinê li Herêma Cizîrê bang li hemû dezgehên ragihandinê yên nivîskî, dîtbarî û radiyoyan dikin ku li beramberî hewldana hêzên rejîmê yên derxistin fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de û derbkirina têkiliyên jiyana hevbeş a li Rojavayê Kurdistanê haydar bin û rêbazên tirsandin û derxistina tevlîhevî û aloziyê nedin bikaranîn da ku nebin alîkarê ajandeyên hêzên dijminên Rojava.

Di dema bûyerên êrîşên dijî Qamişlo hin gilî der barê vê mijarê de gihiştin me û em hêvî dikin ku ji bo derbaskirina van giliyan û parastina civakê bi berpirsyarî tevbigerin."