Li Şemrexê piştî êrîşa bombeyî ya li dijî wesayîta leşkerî, şer destpê kir

Li navçeya Mêrdîn Şemrexê, piştî teqîna mezin a di dema derbasbûna wesayîteke leşkerî de rû da, şer destpê kir.

Li herêma navbera gundên Konak ên Jêrîn û Jorîn ên navçeya Şemrexê, di dema derbasbûna wesayîteke zirxî de teqînekê rû da û herî kêm 8 leşker birîndar bûn. Hat ragihandin, rewşa du ji leşkerên birîndar giran e.

Piştî teqînê gelek ambûlans sewqî herêma teqînê hatni kirin. Tê gotin li herêmê şer diqewime. Li herêma şer, helîkopter di nava tevgerê de ne. Her wiha gelek wesayîtên leşkerî berê xwe dan herêmê.

Hat ragihandin, leşkerên birîndar jî bi ambûlansan rakirine Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê.