Li Nisêbînê 5 çeteyên Qesrê hatin kuştin
Di şer û çalakiyên li Nisêbînê de qasî ku hate tespîtkirin 5 çeteyên Qesrê hatin kuştin.
Di şer û çalakiyên li Nisêbînê de qasî ku hate tespîtkirin 5 çeteyên Qesrê hatin kuştin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkîldarî şer û çalakiyên li Nisêbînê agahî dan.
YPS’ê wiha got: “Şerê berxwedana mezin a li Kurdistanê, li dijî her cure êrîşên giran jî bi têkoşîna xweparastinê ya bi biryardarî ve dijmin ber naçeriyekê ajotiye”
Di daxuyaniyê de YPS’ê bal kişand ser van xalan:.
NISÊBÎN
20’ê Nîsanê li hember 2 sekvanên çeteyên Qesrê yên li Taxa Alîka ji aliyê yekîneyên me ve çalakî hate lidarxistin, 1 hate kuştin, yek jî birîndar bû.
19’ê Nîsanê yekîneyên me li hember çeteyekî Qesrê yê li ser rêya Çaxçaxê çalakiyek li dar xist û ew kuştin. Di heman rojê de dema kepçeyek ji Taxa Alîka li ser rêya Çaxçaxê diket taxa Dîcleyê ji aliyê yekîneyên me yên parastinê hate derbkirin û wesayît neçar ma vekişe.
21’ê Nîsanê çeteyekî Qesrê li ser rêya Çaxçax a Taxa Alîka ji aliyê yekîneyên me hate kuştin. Di heman rojê de dema komek çeteyên Qesrê li maleke li taxa Alîka xwe bi cih kiribûn, yekîneyên me li hember çalakiya sabotajê li dar xistin. Di teqînê de gelek çeteyên Qesrê mirine. Agahiyên wek 2 çeteyên Qesrê mirine û 7 jî birîndar bûne ne rast in, li vir windahiyên dijmin zêdetir in. Têkîldarî mijarê wê agahiyên bi detay piştre bêne ragihandin.
21’ê Nîsanê dema çeteyên Qesrê li ser sînor dîwar lêdikirin hatin hedefgirtin û çeteyekî Qesrê ji aliyê yekîneyên me hate kuştin.
22’yê Nîsanê li Taxa Koçera pêgerek hewayî ya keşfê ku ji pêgera Drone biçûktir, bêdengtir e û 3 kamerayên wê hene, ji aliyê yekîneyên me hate xistin.
20’ê Nîsanê li Taxa Koçera yekîneyên me çeteyekî Qesrê kuştine. 21’ê Nîsanê jî çeteyên Qesrê li aliyê Weysîka dema ji ser rêya Çaxçaxê hewl dan bikevin malekê, yekîneyên me çalakiya sabotajê li dar xistin û gelek çete kuştin. Nûçeyên çapemeniyê yên weke 2 tîmên taybet mirin, 2 jî birîndar bûn ne rast in. Windahiyên wan zêde ne, wê agahiyên bi detay piştre bêne ragihandin.
23’yê Nîsanê saet 07.00’an çeteyên Qesrê bi tîmên jendermeyan re dema di nav tevgerê de bûn hatin hedefgirtin. Di encama çalakiya yekîneyên me de çeteyekî Qesrê hate kuştin.
22’yê Nîsanê endamekî me yê YPS’ê gihiştiye şehadetê. Nasnameya hevalê me yê berxwedêr ê şehîd wiha ye.
Nasnav: Aso Zagros
Nav û Paşnav: Yekta Atli
Navê Dayik û Bav: Sûna- Tekîn
Cihê Jidayikbûnê: Kanîreş-Çewlik
ÇETEYÊN QESRÊ MALAN DIŞEWITÎNIN
Bi giştî li taxan tevgerek zêde ya pêgerên hewayî yên keşfê hene. Her wiha çete bi çekên ku agir davêje ve malan dişewitînin. Dîsa malên nêzî cihên bi cih dibin, bi molotof û benzînê malan dişewitînin. Ji bo bikevin taxan, destpêkê sayên perwerdekirî dişînin.
Agahiya ku di berxwedana li Şirnexê 2 berxwedêrên me gihiştine şehadetê ne rast in. Ji van berxedêran Kûrtay (Mehmet Saît Kulper) û Dilhat Îsa di yekîneyên berxwedanê de wezîfeyên xwe bi cih tînin.