Atar, Akpolat û Gulen bi tîlîliyan hatin oxirkirin
Cenazeyên Ercan Atar û Serhat Akpolat ên li Geverê, Agît Gulen ê li Dêrsimê di şer de jiyana xwe ji dest dan, bi tilîliyan hatin oxirkirin.
Cenazeyên Ercan Atar û Serhat Akpolat ên li Geverê, Agît Gulen ê li Dêrsimê di şer de jiyana xwe ji dest dan, bi tilîliyan hatin oxirkirin.
Cenazeyên Ercan Atar û Serhat Akpolat ên li Geverê, Agît Gulen ê li Dêrsimê di şer de jiyana xwe ji dest dan, bi tilîliyan hatin oxirkirin.
Cenazeyê Ercan Atar ê YPS'î yê li navçeya Geverê ya Colemêrgê di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dabû û ji aliyê malbatê ve li Saziya Tiba Edlî ya Erzîromê hate teşxîskirin hate definkirin. Cenazeyê Atar li benda lêgerînê ya Depînê bi konvoyê ve hate pêşwazîkirin û anîn Goristana Serê Solan a di bin dorpêçê de ye. Gelek kesên ku di nav de endamên MEYA-DER, HDP, DBP û Dayikên Aştiyê jî de nav bûn cenaze pêşwazî kirin û bi dirûşmên "Bijî berxwedana YPS" "Bijî Serok Apo" ve anîn goristanê. Piştê wecîbeyên olî cenaze bi zêmaranv e hate definkirin.
Li goristanê Hevserokê DBP'ê yê navçeyê Gokhan Ceyhan axivî û diyar kir ku ew bi berxwedana Sûr, Gever û Cizîrê re ne û wiha axivî. "Em ê xwedî li axa xwe derkevin û têkoşîna xwe bidomînin. Bila serê Kurdistanê sax be. Dem dema yekîtiyê ye." Ji bo Atar wê li Sanayîalti ya taxa Baglarê sersaxî bê qebûlkirin.
AKPOLAT LI GUNDÊ XWE HATE DEFINKIRIN
Endamê YPS'ê Serhat Akpolat (Devran Serhat Çiya) ê ku di berxwedana Geverê de jiyana xwe ji dest da piştî karên li Saziya Tiba Edlî ya Erzîromê ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û birin gundê Kawarê ya Mûşê. Darbesta cenaze li pêşiya gund ji aliyê rêveberên DBP, HDP û gelek kesan ve hate pêşawzîkirin û bi dirûşmên "şehîd namirin" "Bijî Serok Apo" ve anîn goristana gund. Cenaze piştî wecîbeyên olî li goristanê bi tîlîyan ve hate definkirin.
Ji bo Akpolat li gundê Kawarê sersaxî tên qebûlkirin.
GULEN Ê HPG'Î LI TETWANÊ HATE DEFINKIRIN
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Agît Gulen (Rûbar) ê li bejahiya navçeya Pilêmûriyê ya Dersimê di şer de jiyana xwe ji dest da piştî ku li Saziya Tiba Edlî ya Erzîromê hate teşxîskirin ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. Piştî bicihanîna wecîbeyên olî cenaze bi konvoyê ve anîn Tetwanê. Polîsan li herêma Rahvayê ya di rêya Bedlîs û Tetwanê pêşiya konvoyê girtin û kontrola GBT'ê kirin. Piştî ku cenaze anîn goristana Karşiyaka ya Tetwanê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. Xalê Gulen spasiyên xwe li kesên ku beşdarî merasîma cenaze bûne kir û wiha got: "Bila serê gelê Kurd sax be. Em ê di rêya şehîdên xwe de têkoşîna xwe bidomînin."
Gel piştî duayan ji goristanê veqetiyan. Ji bo Gulen li qiraxa Goristana Karşiyakayê sersaxî tên qebûlkirin.