Dewleta Tirk li Şirnexê xaniyan dişewitîne

Qadên xwerêveberiyê yên li Şirnexê bênavber bi obusan tên bombekirin. Li taxa Îsmetpaşa jî hêzên dewleta Tirk agir berdan bi dehan mal û kargehan.

Şirnex ev 40 roj in li dijî terora û êrîşên qirkirinê li ber xwe dide. Duh bi şev jî bi top û obusan hat bombekirin.

Hêzên dewleta Tirk duh bi şev bi taybetî obus û top avêtin bi dehan malên li herêma Kaniya Jêr a li navbera taxên Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê. Ji ber vê êrîşê şewat bi belek xanî û kargehan ket.

Ji ber şewatê dû bi ser bajêr ket. Şerê piştî bomberdûmanê li taxa Îsmetpaşa destpê kir, bi dijwarî dewam dike.

Taxên Yenî û Bahçelîevlerê jî tevahiya şevê bûn hedefa obusan.

Li derdora van taxan, di navbera hêzên rejîmê û endamên YPS/YPS Jinê de şer derket û ev şer hînê dewam dike.

Ev sê roj in balafirên keşfê yên bêmirov û helîkopter li ser bajêr digerin.

Hat dîtin, ku gelek helîkopteran xwe danîne 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor û Tûgaya Jendermeyana Çakirsogutê û piştî demekê ji wir rabûne.

Li herêmên bejahî yên li aliyê Cûdî û Gavarê, helîkopter ji nizm ve difirin.