Li sînorê Qilebanê gerîlayên HPG’ê derbeyên giran li artêşa Tirk dan

HPG’ê da xuyakirin ku 23’yê Nîsanê hêzên gerîla bi çekên giran û ferdî li hember leşkerên ku li derdora girê Kuroşîno ji du baskan tevdigeriyan çalakî li dar xistine û 8 leşker kuştine.

HPG’ê da xuyakirin ku 23’yê Nîsanê hêzên gerîla bi çekên giran û ferdî li hember leşkerên ku li derdora girê Kuroşîno ji du baskan tevdigeriyan çalakî li dar xistine û 8 leşker kuştine. HPG’ê destnîşan kir ku di çalakiya li Dêrsimê jî li gor tespîtên yekemîn 3 leşker mirine, 2 leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku 22'ê Nîsanê saet di 09:00 de, li ser rêya Elezîz-Dêrsimê li nêzî herêma Goktepe ya ser bi navçeya Mazgêrdê, gerîlayan li hemberî maşîneke leşkerî ya zirxî ya bi tîpa Kobra çalakiyeke sabotajê pêk anîn. HPG’ê ragihand ku di encama çalakiyê de maşîne bi temamî hatiye rûxandin û ev agahî dan: 

“Roja 22'ê Nîsanê saet di 09:00 de, li ser rêya Elezîz-Dêrsimê li nêzî herêma Goktepe ya ser bi navçeya Mazgêrdê, gerîlayên me li hemberî maşîneke leşkerî ya zirxî ya bi tîpa Kobra çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de maşîn bi temamî hat rûxandin û li gorî tespîtên destpêkê 3 leşker mirin, 2 leşker jî birîndar bûn. Lê belê hejmara kuştî û birîndarên di maşînê de zêdetir e. Piştî çalakiyê li herêmê operasyonek hat destpêkirin. Helîkopterên bi tîpa Kobra li derdora Goktepe xistin.

Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyê me Sefkan ê li Rojdere şehîd ket, ji aliyê tîma tolhildanê ya Şehîd Sefkan ve hat lidarxistin.

LI QILEBANÊ WESAYÎTA LEŞKERÎ YA BI TEVGER HATE HEDEFGIRTIN

22'ê Nîsanê saet di 12:30 de, maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra li herêma navbera navçeya Şirnex Qilabanê û girê Kuroşîno yê li herêma Metîna de, bû hedefa gerîlayên me. Derbeke giran lê hat xistin, lê hejmara kuştî û birîndarên dijmin ê di hundirê maşînê de nehat zelalkirin.

22'ê Nîsanê, ji saet 06:00 heta saet 17:00 artêşa Tirk ji qereqolên Serbesta, Aruş û Elemun ên li Qilabanê; bi obus, tank û hawanan li girên Kuroşîno û Şehîd Agir da.

Roja 22'ê Nîsanê saet di 00:00 heta 23'ê Nîsanê saet 07:300 balafirên şer bombe li girê Kuroşîno û qada Derarê barandin. Danê sibehê saet di 03:30 de jî helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker danî derdora girê Kuroşîno. Di heman demê de leşkerên ji 2 baskan ve tev digeriyan bûn hedefa hêzên me yên gerîla. Di encama lêdana bi çekên giran û ferdî de 8 leşker hatin kuştin. Piştî vî şerî balafirên şer bi dijwarî bombe li vî girî û derdora wê barandin.

Di vî şerî de gerîlayên me 2 çekên M-16 û çekeke Melez ji ser hêzên dijmin rakirine.

Rojên 21 û 22'ê Nîsanê di saetên cuda de balafirên keşfê yên bêmirov li ser herêmên Heftanîn, Metîna û Garê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê geriyan.