Li Şirnexê şer û bomberdûmana giran

Li Şirnexê êrîşên herî dijwar ên rojên dawî di meriyetê de ye, bajar ji çar milan dane ber obusan, bi bombekirinên 8 saet bênavber didomin ve li derdora qadên xwerêveberiyê şerên dijwar diqewimin.

Li Şirnexê di 40. Roja berxwedana xwerêveberiyê de li ser bajêr bombekirinên dijwar hene, Li gelek taxan di navbera çeteyên Qesrê û endamên YPS/YPS-JIN’ê şerên giran pêk tên. Ji Fermandariya Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogutê, 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan, Qereqola Gumuştepe û Îsmetpaşa ya mala malbata cerdevanên Tatarlar lê ne, taxê bê navber têne bombekirin. Bi bombekirinan re paralel, wesayîtên zirxî yên li derdora taxan hatine bicihkirin jî qadên xwerêveberiyê dane ber çekên giran.

Li taxên Îsmetpaşa, Gazîpaşa, Yenî û Cûmhûriyetê ku bênavber 8 saet in bi tank, obus û hewanan têne bombekirin, agir bi gelek malan girt. Li gel vê çeteyên Qesrê nahêlin ekîbên agirkuj agirê ku li tevahî bajar bitemirînin. Dîsa bi taybet li taxên Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê jî çeteyên Qesrê gelek kargeh dan ber agir. Dûmanên ji kargehan bilind dibin jî ji her aliyê bajêr dikare bên dîtin.
Bi bomberdûmanê re li derdora taxên Îsmetpaşa, Yenî û Cûmhûriyetê şerên dijwar diqewimin. Çeteyên dewletê yên hewl didin bikevin taxan rastî bersivên endamên YPS/YPS-JIN’ê tên, têkîldarî encamên şerên 8 saet in bênavber dewam dikin de ti agahî nehatin bidestxistin. Lê, hate diyarkirin ku gelek ambûlans sewqî qadên şer têne kirin.

Dîsa hate dîtin ku pêgerên hewayî yên keşfê bênavber li ser bajêr digerin, gelek  helîkopterên ji Fermandariya Tûgaya Jendermeya a Çakirsogutê û 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan rabûn jî li derdora çiyayên Gabar û Cûdî nizm difirin.

Li hember bajêr bomberdûman û şer bi tevahî dijwariya xwe didome.