1. Konferansa Giştî ya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê destpê kir. Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle di axaftina xwe ya li vir de ragihand, ku Kurdistan bihuşta li ser rûyê erdê ye, lê bihuşt îro veguheriye dojeheke mezin. Dîcle destnîşan kir, ku divê bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li tevgera ekolojiyê hatine kirin, bicih bên anîn.
Di konferansê de tevê Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Hatîce Çoban û Bekîr Kaya, Şaredarê Pulur a Dêrsimê F. Mehmet Malkoçoglû û delegeyên ji gelek bajaran amade ne. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, danezana vekirinê ya konferansê hat xwendin.
Axaftina vekirinê ya konferansa ekolojiyê ji aliyê Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban ev hat kirin. Çoban da xuyakirin, ku gel, bajar û hemû daneheviyên çandî yên li vê erdnîgariyê bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ne û got, "Em hêvîdarin bêyî ku hesta aştiyê ya gelên me hîn bêhtir xisarê bibîne, veger li rewşa muzakere û aştiyê bê kirin.
DÎCLE: KURDISTAN BIHUŞT E, EW KIRIN DOJEH
Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ji tevgera ekolojî û paradîgaya li Kurdistanê re pêşengiyê dike, silav kir. Dîcle da xuyakirin, ku pirsgirêkên hawirdorê yên li gelemperiya cîhanê veguherîne karesatekê û destnîşan kir ku yekdestên sermayeyê bi hêrsa xwe ya kar û qezencê re zerareke mezin didin ekolojiyê.
Dîcle gotina "Rêxistinbûyîn û çalakiyên xwe ji navendên bajaran derbasî herêmên bejahî bikin" a Ocalan ji bo tevgera ekolojiyê pêşniyar kir bibîr xist û xwest, ev banga Ocalan bi cih were anîn.
Dîcle her wiha bal kişand ser hilweşîn û talana li herêmê û destnîşa kir, ku Kurdistan bihuşta ser rûyê erdê ye, lê ev bihuşt kirine dojeke mezin. Dîcle bibîr xist, ku di nava 40 salên şer de xisareke gelekî mezin li Kurdistanê bûye û diyar kir, ji bo ji holêrakirina vê xisarê berpirsyariya têkoşîneke mezin dikeve ser milê her kesî.
Piştî axaftinan konferans bi rengekî li çapemeniyê girtî dewam kir. Konferans wê sibe jî bidome.