Xizmên windayan Ermenî û zarokên hatin qetilkirin bibîr anîn

Xizmên Windayan ên li Amed û Êlihê li hev civiyan, careke din hesab ji dewletê xwestin. Di çalakiyan de lenet li Qirkirina 1915'an hat anîn û bal hat kişand ser hovîtiya dewlet li zarokan dike.

Xizmên windayan û ÎHD ên Amedê vê hefteyê jî bi dirûşma "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" cara 376. li ber Abîdeya Mafê Jiyanê yê Parka Koşûyolûyê hatin cem hev û kesên di Qirkirina Ermeniyan a 1915'an de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin û qetilkirin û qurnefîl hilgirtin. Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî di çalakiyê de axivî û anî ziman ku ji bo dewlet bikaribe qala aştiya civakî bike divê bi paşeroja xwe re hevrû bibe. 

Bîlîcî anî ziman ku heta ku hevrûbûna bi sûcên di paşerojê de hatine kirin pêk neyê birînên hatine vekirin wê baş nebe û got, "Beriya 101 salan, eger kiryarên li dijî gelên Ermen bihatana darizandin wê pêşiya komkujiyên li dijî gelê kurd bihata girtin. Ji bo ku mirov neyên kuştin, birînên hatine vekirin kûr nebin divê di demeke kin de diyalog bê destpêkirin" kir. 

Bîlîcî yê ku gotina "windahiyên malbatên ermen ê me ne" bi kar anî diyar kir ku divê kiryarên qirkirina Ermeniyan bên dîtin. Bîlîcî anî ziman ku wê dawiya dawî dewlet bi pêşeroja xwe re hevrû bibe.

QIRKIRIN DEWAM DIKE

Ji Ermeniyên li Amedê Hadî Gumuş jî anî ziman ku tehcîra Ermenan a 1915'an heta niha didome û wiha axivî: "Em ji bo ku qirkirina li dijî Ermenan a beriya 101 salan bi bîr bînin ne li vir in ji bo şermezar bikin li vir in. Eger di sala 1915'an de dema ku wekîlên ermen ji meclîsê hatin girtin nerazîbûn bihata nîşandan û li hember bisekiniyana di 1994'an de wekîlên DEP'ê ji meclîsê nedihatin avêtin û girtin."

ÊLIH

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan di hefteya 376. de wek her hefteyê li serê kolana Gulîstanê li ber Abîdeya Mafê Mirovan çalakiya "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" domandin. Di çalakiyê de rêveberên saziyên civakî û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên di salên 1990’an de hatin qetilkirin hildan. Di daxuyaniyê de ewil Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Mehmet Bagatir axivî û destnîşan kir ku çalakiya lêgerînê ya ji bo edalet û maf didome û bibîr xist ku heta ferasetên li vî welatî neyên guhertin wê hêj gelek mirov jiyana xwe ji dest bidin. Bagatir qetlîama li hemberî gelê Ermenî pêk hat jî bi bîr xist û got ku fermana 100 sal berê li hemberî ermenan pêk anîn îro jî heman ferman li bajarên wek Nisêbîn, Cizîr, Sûr û Geverê li hember kurdan pêk tînin. 

Piştî Bagatir, endamê ÎHD’ê parêzer. Devran Yildiz daxuyanî xwend û diyar kir ku ew di hefteya 376. de çalakiya "bila winda bên dîtin û bepirsyar bên darizandin" li qadê berdewam dikin. Yildiz da zanîn ku di 9 mehên dawî de 868 welatî jiyana xwe ji dest dane û wih got: "Bajarên me bi top û bombeyan tên xerakirin û însanên me ji bi zorê ji wan tên derxistin. Ev pêkanînên giran ji salên 1990’an bihûriye. Ev pêkanînên dij mirovane qetliyamên Zîlan û Agiriyê tîne bîra mirov û em zivirîne wan salan." 

Yildiz bal kişand ser qetlîama bi destê dewleta Îthat û Terakî ku di 1915’an de li hember Ermenan qetlîam pêk anî û wiha axivî: "Bi hezaran welatî bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Pirsgirêk ne sirgûn û qetliyama Ermeniyan e, pirsgirêk ew e ku mirovatiyek û dîrok tê tinekirin. Çanda bi hezaranê salan e." Yildiz bi munasebeta rojê bal kişand ser 'cejna zarokan' a 23’ê Nîsanê û wiha got: "Em di roja cejna zarokan de ne, lê ji ber polîtîkayên hikûmetê yên şer di nav van 9 mehên dawî de 102 zarok hatin qetilkirin. Bi sedan zarok rastî îstîsmara zayendî ya wan weqfê ku hikûmet piştiriyê didê. Bi hezaran zarok dibin bûk û didin zewicandin. Em di welatekî ku bi hezaran zarok di girtîgehan de ne dijîn."

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.