KURDISTAN
Di salvegera 44'emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de li ber Girtîgeha bi Tîpa E ya Amedê daxuyaniyek hate dayin û işaret bi girîngiya berxwedanê di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de hate kirin.
Dîmenê nameya destpêkê ya ji girtîgehê, belgeya mirinê û alavên şexsî yên yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Mehmet Hayrî Dûrmûş yekemcar hate weşandin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê di salvegera 44'emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê de diyar kirin ku îradeya ji pola ya li zindanê îro li çiyan dewam dike û gotin: "Em şopdarên herî dilsoz ên vê mîrateyê ne."
KCK'ê di şexsê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê de şehîdên zindanan bi minet û hurmet bi bîr anî û got, "Em di wê baweriyê de ne ku Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk ku hesreta wan bû, em ê bi felsefeya wan a jiyan û têkoşînê pêk bînin."
Li Iraqê nîqaşên li ser entegrasyona komên çekdar dewam dike. Daxuyaniya 'Şengal wê di nava sê mehan de bikeve bin kontrola hêzên ewlekariyê yên Iraqê' fikarên li ser Peymaneke nû ya 9'ê Cotmehê bi xwe re anî, ku îradeya Êzidiyan tine dihesibîne.
Hemû Nûçe
-
-
-
Li Nisebînê bomberdûmana giran
Li Nisebînê êrîşên qirkirinê yên herî giran tên meşandin. Taxên Kişla, Abdullkadirpaşa û Zeynelabîdîn di bin bomberdûmana top û obusan de ne.
-
'Armanc tenê ser xetê nîne, binxetê jî di hedefê de ye'
Rojnamevan Arjîn Garzan têkildarî polîtîkayên qirkirina gelan ku AKP îro jê re pêşengtiyê dike axivî û bal kişand ser pir aliyên van polîtîkayan. Garzan got, "Ev êrîş tenê serxetê hedef nagire di heman demê de binxet jî hedef e."
-
-
Derketina ji Şemzînanê hate qedexekirin
Ji ber dorpêça 45 rojan a li ser navçeya Gever a Colemêrgê, derketina ji Şemzînanê ku girêdana bi navçe û bajarên din bi rêyên gund ên alternatîf pêk dihatin, hate “qedexekirin.”
-
-
-
YPG: 5 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan ên li hember Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dikin. Li beramberî van êrîşan jî şervanên YPG/YPJ bersivên xurt didin, di şer de 5 çete hatin kuştin.
-
-
-
-
-
HPG: Em hevalê Gever Zagros bi rêzdarî bi bîr tînin
HPG’ê, gerîlayê HPG’ê Bîlal Çitak (Gever Zagros) ê 3’yê Hezîrana 2015’an li Şengalê di şerê bi çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da bi bîr anî, wiha got: “Em soz didin ku bi kîlîtbûna li derdora şehîdên xwe, em ê azadiyê bigihînin serkeftinê.”
-
‘Em rê nadin ENKS’ê û Tirkiyeyê’
Hemwelatiyên bajarê Hesekê êrîşên li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê şermezar kirin û gotin ku ew ê rê nedin ENKS‘ê û dewleta Tirk îradeya gelan bişkîne.
-
-
Bekîr: Bûyerên li Xurmatû tên tevdan
Hevserokê Tevgera Azadî yê Kerkûkê Newzat Bekîr diyar kir, li pişt bûyerên li Xurmatî hêzên derve hene û anî ziman, ku serkêşê van hêzan jî Tirkiye û Îran in. Bekîr da xuyakirin, ku ji nava Iraqê jî hin derdor destekê didin van.
-
-
-
-
Li Nisêbînê şer dijwar bûn
Şerên li Nisêbînê di roja 44’emîn de dewam dike. Li taxên ku çeteyên Qesrê bi awayekî dijwar êrîş dikin, berxwedana şervanên YPS û YPS-JIN’ê dewam dike.
-
Bomberdûmana çeteyên Qesrê dewam dike
Li ser Şirnexê ku berxwedana xwerêveberiyê di roja 43’yemîn de didome, bomberdûman dewam dikin, di domahiya şevê de sewqiyata tank, çekên giran û leşkeran hatin kirin.
-
-
-
Gerîlayê HPG’ê Kaçar ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin
Gerîlayê HPG’ê Metîn Kaçar ê di şerê li gundê Dêra Marseva de jiyana xwe ji dest da, ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin. Gerîlayê HPG’ê Azîz Aktaş ê di heman şerî de bi birîndarî dîl hate girtin, li nexweşxaneyê rastî êşkenceyê hat.