HPG: Em hevalê Gever Zagros bi rêzdarî bi bîr tînin
HPG’ê, gerîlayê HPG’ê Bîlal Çitak (Gever Zagros) ê 3’yê Hezîrana 2015’an li Şengalê di şerê bi çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da bi bîr anî, wiha got: “Em soz didin ku bi kîlîtbûna li derdora şehîdên xwe, em ê azadiyê bigihînin serkeftinê.”
ANF
ŞENGAL
sêşem, 26 avrêlê 2016, 14:11
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, gerîlayê HPG’ê Bîlal Çitak (Gever Zagros) ê li Şengalê jiyana xwe ji dest da bi bîr anî. HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev gotin: “Hevalê Gever ê li Şengalê di şerê berxwedanê ya li dijî faşîzma DAIŞ’ê de di komên yekemîn de bi fedakariyek mezin cihê xwe girt û têkoşiya, bi sekna xwe ya kedkar û wêrek bûye hevalekî mînak û tevlîbûnek xurt nîşan daye. Hevalê Gever ê sala 2012’an tevlî refên me yên têkoşînê bû û di gelek qad û sehayan de cih girt, piştî ezmûnên girtî ji dil û can tevlî şerê azadiya gelê me yê Êzidî bû û ev wezîfeya dîrokî girtiye ser milên xwe.
Hevalê Gever coş û azmê rêwiyên karwanên şoreşgerên mezin ên ji bo afirandina pêşeroja gelekî derdikevin rê, di dilê xwe de ava kiriye, bûye şopdarê jiyana bi pîvan a felsefeya Apoyî û di vê oxirê de li Şengalê di Hezîrana 2015’an de tevlî karwanên şehîdan bûye.
Em ji malbata xwe ya bi nirx a Çitak re sersaxiyê dixwazin, em soz didin ku bi kîlîtbûna li derdora şehîdên xwe em ê azadiyê bigihînin serkeftinê.”
NASNAMEYA GERÎLA
Nasnameya gerîla wiha ye:
Nasnav: Gever Zagros
Nav û Paşnav: Bîlal Çitak
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Edîbe-Ramazan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 3’yê Hezîrana 2015’an/Şengal.