12 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
12 cenazeyên li Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê li goristana bêkesan hat veşartin.
12 cenazeyên li Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê li goristana bêkesan hat veşartin.
Hat ragihandin 12 cenazeyên li Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê, ku tê gotin ên endamên YPS/YPS Jinê yên di demên cuda de li navçeya Colemêrg Geverê di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane, li goristana bêkesan a li bajêr hatin veşartin.
Beriya bên veşartin xwîn ji wan hat girtin û wêneyên wan hatin kişandin. Ji bo testa DNA'yê jî xwîna malbatan hat girtin. Midûriyeta Goristanan a Erîzomê cenaze ji Saziya Tipa Edlî girt û veşart. Lê belê der barê cihê gorên wan de ti agahî nehat dayîn.