Gerîlayê HPG’ê Mehdî Koyûn (Zinar Farqîn) ê di şerê li Darahênê ya Çewlikê de jiyana xwe ji dest da bi merasîmek li Farqînê ve ji aliyê hezaran ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin.
Gerîlayê HPG’ê Mehdî Koyûn (Zinar Farqîn) ê di şerê 18’ê Nîsanê li gundikê Evrik ê Darahênê ya Çewlikê de jiyana xwe ji dest da bi merasîmek li navçeya Farqîna Amedê li gundê Huseyna ji aliyê hezaran ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin. Cenazeyê li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê piştî teşxîskirina malbatê îro anîn Farqînê. Konvoya bi sedan wesayîtî di ketina gund de ji aliyê hezaran hate pêşwazîkirin. Di ketina gund de darbesta li ala PKK’ê rapêçayî li ser milan anîn mizgefta gund. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Têkoşîn Berxwedan Rêya Me Rêya Şehîdan” û “Rêya Şehîd Rêya Me PKK Partiya Me” hatin berzkirin, wêneyên gerîlayên HPG’ê hatin hildan. Piştî wecîbeyên olî, cenaze bi dirûşemyên “Şehîd Namirin” û tîlîliyan anîn goristana gund.
Di merasîma ku Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, Hevserokê MEYA-DER’ê Hasan Pençe, rêxistinên HDP û DBP’ê, hevşaredarên Farqîn û Amedê, her wiha bi hezaran kes amade bûn de piştî definkirinê, ji bo kesên di têkoşîna azadiya de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin, sirûda Çerxa Şoreşê hate gotin.
Li vir Hevserokê MEYA-DER’ê Hasan Pençe axivî, got: “Em îro lehengekî din jî defin dikin. Ew qehreman in, ji ber ku wan teslîmbûyin qebûl nekirin û ji bo vî gelî canê xwe dan. Şehîdên me û gerîla ji bo azadiya vê gelî û rizgariya van axan têdikoşin. Her gerîlayekî me parastina vî gelî, hebûn û pêşeroja wê ye. Wek çawa heval Zinar teslîmbûyin qebûl nekir, gelê Kurd jî wê ti carî teslîmbûyinê qebûl neke. Divê her kes bizane ku çawa Şêx Saîd çok neşkenand, ev gel jî wê neşkîne.”
Piştî Pençe, dayika gerîlayê HPG’ê Salîme Koyûn axivî, ev anîn ziman: “Hûn hemû bi xêr hatine, ser serê min û çavê min hatine. Bila serê gelê me, Serok Apo û gerîlayên serê çiya sax be. Şehîd namirin.”
Piştî axaftinan, girseyê berê xwe da gundê ku sersaxî tê qebûlkirin.