Derketina ji Şemzînanê hate qedexekirin
Ji ber dorpêça 45 rojan a li ser navçeya Gever a Colemêrgê, derketina ji Şemzînanê ku girêdana bi navçe û bajarên din bi rêyên gund ên alternatîf pêk dihatin, hate “qedexekirin.”

Ji ber êrîş û dorpêça qirkirinê ya 45 roj in li ser navçeya Gever a Colemêrgê dewam dike, derketina ji Şemzînanê ku girêdana bi navçe û bajarên din bi rêyên gund ên alternatîf pêk dihatin, hate “qedexekirin.” Piştî rêya ji navçeyê derdiket di ketina Geverê de hate girtin, rêya wesayîtên welatiyên ku hewl dan bi rêyên alternatîf xwe bigihînin derve jî li Qereqola Miçiçê hate qutkirin.
Rêzên dûr û dirêj ên weayîtan li ser rê çêbûne, hate hînbûn ku rayedarekî leşkerî ji welatiyan re wiha gotiye: “Talîmata Qeymeqam heye. Çûyina bi aliyê Geverê qedexe ye.” Tevî gel diyar kir ku wê bi rêyên alternatîf biçin bajar û navçeyên din jî, leşkeran gotin heta “belgeya destûrê” nînin wê rê nedin.
Hate ragihandin ku li qereqolên Şapatan, Dûrak û Harûna yên mabeyna her du navçeyan de ne jî welatiyên hewl didan biçin Geverê hatine astengkirin.