Bomberdûmana çeteyên Qesrê dewam dike

Li ser Şirnexê ku berxwedana xwerêveberiyê di roja 43’yemîn de didome, bomberdûman dewam dikin, di domahiya şevê de sewqiyata tank, çekên giran û leşkeran hatin kirin.

Li Şirnexê ku li dijî êrîşên qirkirinê berxwedana xwerêveberiyê di roja 43’yemîn de ye, tevahiya şevê li ser taxan bomberdûman û êrîş dewam kirin. Hate ragihandin ku ji ber bomberdûmana li ser taxên Îsmetpaşa, Cûmhûriyet, Yenî û Bahçelîevlerê hatine girankirin, gelek mal şewitîne. Çeteyên Qesrê yên bi bomberdûmanê hemwext hewl dan bikevin taxên Îsmetpaşa, Bahçelîevler û Yeniyê jî rastî berxwedana şervanên YPS/YPS-JIN’ê hatin. Şer danê sibehê dijwar bûn, gelek ambûlans sewqî herêmê hatin kirin.

Çeteyên Qesrê yên ji bo şkandina berxwedana xwerêveberiyê tevahî jiyangeh kirine hedefa xwe, li hin kolanên Taxa Dîcleyê mal dan ber agir. Li gor agahiyên ji taxan, li hin kolanan malan yek bi yek dişewitînin û hewl didin bi pêş biçin.

Li bajêr sewqiyata leşkerî didome, duh êvarî tevgerek pir mezin çêbû. Di tevahiya şevê de ji aliyê Cizîrê bi TIR’an tank, kepçe û çekên giran sewq kirin. Dîsa hate dîtin ku bi dehan wesayîtên zirxî ketin bajêr û derbasî 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan bûn.

Her wiha domahiya şevê li ser bajêr û li bejahiya bajêr tevgera pêgerên hewayî yên keşfê dewam kirin.