KCK: Di 1'ê Gulanê de divê qedexe neyên qebûlkirin; meydan bên dagirtin

Komîteya Kedkaran a KCK'ê 1'ê Gulanê pîroz kir û bang li kedkaran kir ku qedexe û astengiyan nas nekin, dakevin qadan.

Komîteya Kedkaran a KCK'ê 1'ê Gulanê pîroz kir û bang li kedkaran kir ku qedexe û astengiyan nas nekin, dakevin qadan.

Komîteya Kedkaran a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştevanî û Têkoşînê ya Kedkar û Bindestan, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de 1'ê Gulanê hat pîrozkirin û hat gotin, "Em, kedkarên Chîcagoyî yên wate û ruh dan 1'ê Gulanê, yên di 1'ê Gulana 1977'an de li Taksîmê û di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Enqereyê daxwaza aştiya civakî bilêv kirin, hemû şehîdên ked, demokrasî-azadî û sosyalîzmê, bi bîr û baweriya ku xewn û xeyalên wan ji sedî sed pêk werin, bi rêzdarî bibîr tînin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, pirsgirêkên civakî ji her demê bêhtir giran bûne û gihaştine asta qedandina civakê.

'ROL DIKEVE SER MILÊ KEDKARAN KU CIVAK BI XWE NE'

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Hêzên hegemonîk, serdest vê yekê ji bo kûrkirina mêtîngerî û xurtkirina desthilatdariya xwe weke firsendekê bi kar tînin. Eger rewş bi vî rengî dewam bike, karesatên mezin wê li tevahiya cîhanê rû bidin. Ev yek ji aliyê kesî ve nayê înkarkirin. Ji îro ve nîşaneyên vê yekê tên dîtin. Ji hev ketina hevsengiya ekolojîk û xwezayê, ji ber hêrs û daxwaza qezenca zêde û mêtîngeriyê 'birçîmayîna' piraniya mirovan, çikandina çavkaniyên ava paqij û tinekirina şênkahiyê, xeteriya vê rewşê radixe pêş çavan.

Pêwîste ev rewş êdî bê qedandin. Di vî warî de jî rol dikeve ser milê kedkaran ku ew bi xwe cewhera civakê ne. Lewma kedkar û civak bi xwe neçar in, haya xwe ji vê rola dikeve ser milê xwe hebin û bi berpirsyariyên xwe rabin."

KCK'ê got, "Dema vê yekê hatiye" û destnîşan kir, ku mîna hemû hêzên sosyalîst, şoreşger û demokrasiyê, divê gelê Kurd jî di rêya bi ronahiya Rêber Apo de bimeşe û ji bo pêkanîna vê armanca pîroz têbikoşe.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ev têkoşîna ku di heman demê de azadkirina kedê ye; îro li hemû parçeyên Kurdistanê bandorê li gelê Kurdistanê û hemû gel, bawerî, çand û nasnameyên bi hev re dijîn dike û di nava piştevaniyê de vediguhere têkoşîn û rêxistinbûyîneke hevpar.

Daxuyaniya Komîteya Kedkaran a KCK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Di serî de hêzên mêtînger ên global, hemû hevkarên wan jî vê rastiyê dibînin. Lewma li dijî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd, taşeronan jî dixin nava tevgerê û şerekî kirêt dimeşînin. Li Bakûrê Kurdistanê êrîşên qirkirina çandî û fîzîkî yên ji aliyê dîktatoriya AKP a faşîst a mêtînger, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, ku bûne belayê serê hemû gelên Rojhilat navîn, di nava rastiyeke bi vî rengî de cih digirin.

Ev yek bû sedem ku têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurdistanê, li dijî hêzên sermayeya global, n okar û taşeronên wan, veguhere parêzvana nirxên mirovahiyê yên tevahiya cîhanê."

Gelê Kurdistanê, li dijî DAIŞ û nokerên wan li Rojava û Şengalê destketiyên mezin bi dest dixe û veguheriye hêviya hêzên demokrasiyê yên global. Bi berxwdana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê li dijî dîktatoriya AKP-Erdogan a mêtînger tê meşandin, agirê hêviyê yê li Rojava û Şengalê hat pêxisitn, geş bûye. Çirûskên vî agirê geş, di asta heyî de li gelemperiya Tirkiye û Kurdistanê belav bûne."

'EGER BERPIRSYARÎ BI CIH WERIN ANÎN, WÊ KED AZAD BIBE'

KCK'ê da xuyakirin, ku kedkar û beşên cuda yên civakî xwedî berpirsyariya yekîtî, pitşevanî û têkoşîna li her qadê ne û got, "Eger ev berpirsyarî bi cih werin anîn, wê di têkoşîna azadiya kedê de destpêkek nû rû bide. Di 10'ê Cotmeha 2015'an de kedkarên li Enqereyê; gelê li Cizîr û Silopiyayê li ber xwe da, di vî warî de gav avêtine. Di 1'ê Gulana 2016'an de ev gavên hatine avêtin wê hîn bêhtir bi pêş de biçin.

'DIVÊ ASTENGÎ Û QEDEXE NEYÊN QEBÛLKIRIN'

Bi vê bîr û baweriyê divê kedkarên Kurdistanî û Tirkiyeyî di 1'ê Gulanê de dakevin meydanan û cejna xwe pîroz bikin. Divê ti astengî û qedexeyê qebûl nekin. Divê li her devera lê dijîn, li meydan û kolanan 1'ê Gulanê cejna karkeran ji her demê bêhtir bi girseyî û coş pêşwazî bikin. Divê li hemberî dîktatoriya AKP-Erdogan a faşîst a mêtînger ku dijminê hevpar ê kedkar, bindest û mazlûman e, her kes têbikoşe. Divê yekîtî, piştevanî û têkoşîna hevpar a kedkar, bindest û mazlûman bê parastin."