YPG: 5 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan ên li hember Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dikin. Li beramberî van êrîşan jî şervanên YPG/YPJ bersivên xurt didin, di şer de 5 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan ên li hember Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dikin. Li beramberî van êrîşan jî şervanên YPG/YPJ bersivên xurt didin, di şer de 5 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê da xuyakirin ku êrîşên hevbeş ên komên çeteyên Lîwaa Sûltan Mûrad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dike.
Komên çeteyan 25’ê Nîsanê ji herêma Şara Muxaberat li dijî taxa Şêx Meqsûdê bi topên cehenemê êrîşek li dar xistin. Hêzên me bersivên pêwîst dan êrîşên çeteyan ku yekser cih û warên sivîlan hedef digirtin. Dîsa hêzên me bi ser wan çeteyên ku ji herêmên Seken Şebab, Seken Şikeyf û Eşrefiye dixwestin têkevin taxê de girtin. Di şerên li van herêman de qasî hat zelalkirin 5 çete hatin kuştin, gelek çete jî birîndar bûn.”
Navenda YPG’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:
25’ê Nîsanê çeteyan bi çekên giran û topên cehenemê êrîş birin li ser gundê Bozafanê ya giredayî navçeya Şerawa ya Efrînê.
25’ê Nîsanê saet 09:00'an û di navbera 19:00- 22:00'an de çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran du êrîşên cuda birin li ser bajaroka Şêxler a giredayî Kobanê û gundê Girê Sor a dikeve Başûrê bajarok.
Êrîşên artêşa Tirk a li ser xeta sînor a Rojava berdewam dike. Di çarçoveya van êrîşan de, arteşa Tirk 25’ê Nîsanê bi çekên giran êrîş birin li ser wesayîteke sivîlan a li derdora gundê Susik a dikeve Rojavayê Girê Spî.