Bekîr: Bûyerên li Xurmatû tên tevdan

Hevserokê Tevgera Azadî yê Kerkûkê Newzat Bekîr diyar kir, li pişt bûyerên li Xurmatî hêzên derve hene û anî ziman, ku serkêşê van hêzan jî Tirkiye û Îran in. Bekîr da xuyakirin, ku ji nava Iraqê jî hin derdor destekê didin van.

Bekîr da zanîn, Kurd, Ereb û Tirkmen demeke dirêj e li navçeyê bi hev re dijîn û ti carî di vê astê de şer di navbera wan de neqewimîne. Bekîr anî ziman, piştî sala 2003'an pirsgirêk hatin mezinkirin. 

Bekîr diyar kir, Îran û Tirkiye bi taybetî hewl didin bandorê li navçeyê bikin û anî ziman, di şer û koçberiya li navçeyê rû dide de para van dewletan heye.

Bakîr got, "Îran ne tenê li Xurmatûyê, li Saadiye, Celewla, Xaneqînê jî heman siyasetê dimeşînin. Bi taybetî li Tuzxurmatû, dewleta Tirk hewl dide bi rêya Tirkmenan bibe xwedî bandor. Ev hemû nakokî ji ber vê yekê ye. Ji ber van nakokiyan ev şer diqewime. Heta niha ji ber vî şerê bi hezaran mirov ji her du aliyan ve neçar mane navçeyê biterikînin."

Bekîr da xuyakirin, ku weke Tevgera Azadî ew dixwazin pirsgirêkên navbera aliyan bi rêya diyalogê çareser bibin û diyar kir, di şer de ne tenê Kurd her kes winda dikin.

Bekîr axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev rewşa şer, bi gelan dide windakirin. Bi taybetî PDK û YNK a xwedî rêveberiya herêmê ne, di vê mijarê de aktîf in. Divê em ji bîr nekin, îro li her derê xeteriya êrîşan li hemberî Kurdan hene. Lewma serdemeke gelekî girîng ji bo Kurdan heye. Eger pêşî li van êrîşan neyê girtin, mînak eger ev êrîş li Xurmatû pêk bê, ev ê ji bo Kerkûkê jî bibe xetere. Lewma divê destûr neyê dayîn ku rewşa li Şengalê rû da li Xurmatû jî biqewime. Ji ber vê eykê divê Kurd hişyar bin. Divê tedbîrên pêwîst bên girtin."