‘Em rê nadin ENKS’ê û Tirkiyeyê’
Hemwelatiyên bajarê Hesekê êrîşên li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê şermezar kirin û gotin ku ew ê rê nedin ENKS‘ê û dewleta Tirk îradeya gelan bişkîne.
Hemwelatiyên bajarê Hesekê êrîşên li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê şermezar kirin û gotin ku ew ê rê nedin ENKS‘ê û dewleta Tirk îradeya gelan bişkîne.
Hemwelatiyên bajarê Hesekê êrîşên li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê şermezar kirin û gotin ku ew ê rê nedin ENKS‘ê û dewleta Tirk îradeya gelan bişkîne.
Têkîldarî êrîşên li ser hemwelatiyên bajarê Hesekê ji ajansa me re axivîn û nerazîbûnên xwe anîn ziman.
Hemwelatiya Hesekê ya bi navê Zehra Sîno êrîşên li ser Taxa Şêxmeqsûdê şermezar kir, wiha dewam kir: “Komên çete tecrîdê li ser gel dikin, çekên kîmyewî yên di qadên navneteweyî de hatine qedexekirin, li dijî sivîlan bi kar tînin; zarok û jinan dikujin. Mixabin, kesên ku dibêjin em Kurd in, wek ENKS‘ê, destên wan di van êrîşan de hene, çi ji van zarokan dixwazin ku dikujin. Her wiha tabûrên wek Sultan Silêman ên girêdayî istixbaratên Tirkiyeyê û têkiliyên wan bi ENKS‘ê re hene û bi hev re êrîşî li ser taxê dikin. Ez erîşên ENKS‘ê bi taybet şermezar dikim ku destên xwe bi xwîna Kurdan dikin.”
Şînor bêdengiya dewletên naventeweyî jî wiha şermezar kir: “Çima dewletên navneteweyî li hemberî van êrîşan bêdeng dimînin û çavên xwe li ser van kiryaran digirin. Ev êrîş ne tenê li dijî Kurdan, li ser tevahî pêkhateyên taxê têne kirin.”
Şêneyekî Hesekê yê ji pêkhateya Ereb Cîhad Mehmûd jî got di êrîşên li ser taxa Şêx Meqsûdê û gelê wê yê feqîr de ti exlaq nîne, wiha dom kir: “Ev êrîşên ku destên ENKS‘ê jî di nav de ye, tevgera êrîşên ENKS‘ê bingeha xwe ji Tirkiyê digire, tu girêdana wan bi Kurdan tuneye. Ji ber ku gelê Kurd li dijî zilmê ye. Dewleta Tirk bi hovîtî û dijberiya xwe ya gelê Kurd tê nasîn.”
Mehmûd wiha pê de çû: “Gelê Şêx Meqsûdç jiyaneke wekhev ava dike. Hedefa van êrîşan ew e ku jiyana wekhev têk bibin û îradeya demokrasiyê bişkînin. Bê guman hemû planên wan ên li hemberî şoreşa Rojava wê têk biçe.”
Ji şêniyên Hesekê Berhem Dawûd jî êrîşên li dijî Taxa Şêx Meqsûdê wekî hewldana şkandina îradeya gel nirxand, axaftina xwe wiha domand: “ENKS‘ê parçeyeke ji koalisyonê Sûriyeyê ye. Jixwe destên wê jî di komkujiya Şêx Meqûdê de heye .”
Dawûd agirbesta li Sûriyeyê ya di bin çavdêriya welatên navneteweyî bi bîr xist, wiha got: “Her kes dizane ku pêvajoya agirbesta li Sûriyeyê hatiye îlankirin, lê êrîş hê jî berdewam e û bi çekên kîmyewî li dijî sivîlan bi kar tînin.” Dawûd herî dawî ev bang kir: “Bila raya giştî mudaxele bike û êrîşan rawestîne. Bêdengiya wan a li hemberî van kiryaran tê wateya ku ew jî şirîkên van êrîşan e.”