Rojnamevan Arjîn Garzan der barê siyaseta dewleta AKP ya (çend çûk bi yek kevrî) ku li Mereşê pêk tîne de axivî.
Rojnamevan Arjîn Garzan têkildarî polîtîkayên qirkirina gelan ku AKP îro jê re pêşengtiyê dike axivî û bal kişand ser pir aliyên van polîtîkayan. Garzan got, "Ev êrîş tenê serxetê hedef nagire di heman demê de binxet jî hedef e."
'AKP+DAIŞ= ÊRÎŞA JI BO TINEKIRINA DîROK Û NIRXÊ GELAN E'
Garzan destnîşan kir ku îro AKP bi destên DAIŞ'ê dixwaze weke Îsraîl li Fîlîstînê kir li Kurdistanê bike û got: Bêguman her gelek her neteweyek li gorî dîroka xwe ya derbasbûyî xwedî hinek nirxên ku canê xwe di oxira parastina wê de didin hene. Ax û warê mirov jî yek ji wan nirxên ku divê her werin parastin in. Em mînaka vê yekê rojane dibînin.
Ma şerê Îsraîl û Fîlîstînê jî ne ji bo heman sedemê ye. Îsraîl dibêje Filistîn erda Yahûdiyan e, ji ber wê jî hemû hewldanên wan jî ew e ku dewleteke neteweyî ji Yahûdiyan li ser axa Fîlîstînê çêbikin. Lê ya herî girîng heya dawiyê şer kirin û di şer de bi serketin. Lê ji ber dek û dolabên Îsraîlê û bêhurmetiya ku ji peymanan re nîşan da, bi hezaran Fîlîstînî ji warên wan koçberkirin û kirin penaberên cih û warê kesên din. Lê dîsa jî di bîra dîrokê de weke Meydana Tehrîrê ma ye, yanî qada azadiyê. Ji bilî ku zarokên Filistînî bi kevir avêtina xwe ya dijmin tên nasîn. Zarokên Gazzeyê li kolanan bi kevirên xwe êrîşên tankan şikandin. Ji kesên ku koçber bûn bêhtir jî yên ku man û heya dawiyê axa xwe parastin û qebûl nekirin ku warê xwe berdin. Îro tiştê ku AKP li Bakurê Kurdistanê dike heman polîtîka ye. Sûr, Cizîr, Nisêbîn û niha jî di bin navê avakirina kampa ji bo koçberên Sûriyeyê de dixwaze gelê herêmê bi elewî û suniyên xwe yên Kurd vala bike û Erebên selefî yên mîna DAIŞ, EL NÛSRA û EHRAR EL ŞAM li wan deran bi cih bike. Tiştê ku çete û AKP dikin heman tişt in, herd du jî êrîşî nirxên gel dikin û hedef dikin dîrok û bîra civakan jê bibin."
'DIXWAZE KURDAN BIXE NAVA DORPÊÇIYA OLPERESTAN'
Garzan nûjenkirina plana Şark Îslahat ji akiyê AKP'ê ve, şîrove kir û got: "Bi taybetî jî Kurdên elewî dixwazin ji cih û warên wan koçberî derve bikin. Weke ku di komkujiya Mereşê di salên 78'an de bi serê gel de anîn, wê demê jî Kurdên elewî bi taybet jana jiyanê kişandin. Ji lewra bi hezaran mirovên wê herêmê kuştin û gelek ji wan koçberî derve kirin. Û wiha polîtîkayên xwe yên asîmîlasyon û koçberkirinê û mirov pir bi rehetî dikare bêje polîtîkayên xwe yên qirkirinê pêk anîn. Weke Holokostên ku Naziyan bi serê Cihûyan de anîn. Wê demê jî Hîtler Yahûdî dixistin firinan û agir bi wan dixist. Ya Erdogan dike jî heman polîtîka ye, tenê rêbaz cûda ye.
Naxwe çima bi taybet piştî şerê li Rojava û Sûriyeyê bi gîştî, AKP hewl dide ku heremên li ser xetê ji Kurdan vala bike û wan deran ji Erebên cîhadîst re bike navend. Mirov dikare bêje dixwaze ji nû ve kembera ereban nûjen bike. Vê carê jî bi plana şark îslahat ya duduyan Kurdan bixe dorpêça hêzên xwe yên olperest."
'ÇAVKANÎ ZÎHNIYETA ÎMPARATORIYA OSMANÎ Û ENWER PAŞA YE'
Garzan şandina jendermeyan a Mereşê nirxand, di heman demê de bal kişand ser zîhniyeta Împaratoriya Osmanî ya qirkina gelan û wisa dirêjî da axaftina xwe: "Dibêjin ji bo ewlehiya gelê wê derê em ê jendermeyan bişînin heremê. Lê ya rast wê jendermeyan bişînin ji bo karibin hîn bêhtir bixin bin kontrola xwe û weke dibêjin 'face to face' desteka xwe ya ji bo çeteyan yan jî rêvebirina wan bikin. Qaşo dixwazin gel bi vî awayî bixapînin. Ewqas sal li ser mirovahiyê de bihûrî lê heya niha jî dewleta Tirk weke Enwer Paşa û Împaratoriya Osmanî li gelên Rojhilata Navîn dinêrin. Enwer Paşa jî bi amadehiyên xwe yên ji bo qirkirina Ermenî û Asûriyan tê nasîn. Lê ew nizane ku gel ne weke sedsal berê ye. Êdî gel hatine guhertin û êdî her der ji mozaîkan pêk tê.'"
'HEDEFEKE DIN TINEKIRINA SÎSTEMA FEDERAL A SÛRIYEYÊ YE'
Garzan destnîşan kir ku armanc ne tenê serxetê ye di heman demê de ji bo Efrînê jî ji xwe re zemînan ava dikin û got, "AKP bi vî awayî dixwaze çend çûkan bi kevirekî bikuje. Ji ber ji milekî din ve armanc ji valakirina serxetê û Erebên selefî li wir bi cihkirin ew e ku amadekariyên xwe yên Skenderûna duyemîn dikin çawa ku Tirkiye wê demê jî ji nişka ve û bi xedarwarî Skenderûn dagir kir û got eskerên Tirk heya ku biçin wê ew der sînorên Tirkiyê bin û di hûndirê wê sînorê de jî derveyî Tirkan kes nîne. Dixwazin îro jî heman tiştî li Efrînê pêk bînin. Bi destên DAIŞ'ê çend rokêtan davêjin Kîlîsê û dibêjin ku ew roket ji milê hêzên Sûriyê ve tên avêtin, ji xwe herî dawiyê federalî hatibû îlan kirin. Ji milekî ve jî sîstema federal a nû ku hemû hêzên Sûriyeyê di bin banekî demokratîk de bigire nava xwe, didin ber devê tivingan xwe."
'DIXWAZIN MÎNA SKENDERÛNÊ, EFRÎNÊ JÎ DAGIR BIKIN'
Garzan ragihand ku AKP dixwaze Efrînê bixe dorpêça xwe û weke Îskenderûnê dagir bike û welê pêde çû: "Hem wiha dikin hem jî ji ber ku ji ezmûna xwe ya Kobanê encam derxistin, ji ber wê jî serxeta milê Efrînê ji Kurdan vala dike û li wir hevkarên xwe bi cih dike. Wê bi van hincetan êrîşên xwe arasteyî Efrînê bikin û nehêlin gelê Bakur bi rehetî ji bo Efrînê bikeve seferberiyê. Ji milekî ve wê çeteyên ku niha li Mereşê bi cih dikin derbasî wir bikin û ji milekî ve qaşo wê bersiva roketan bidin. Ji xwe Erebên Ezazê jî hemû ber bi Efrînê ve dişînin. Hewldanên wan ê ji bo Cerablûs jî ji ber wê sedemê ye. Bi kurtasî armanc dagirkirina Efrînê ye. Mîna Skenderûnê. Senaryoya wan jî ev e. Lê ew nizanin ku ev polîtîkaya wan êdî rûxiya ye. Êdî ti kes li dora AKP nema ye û bi xwe hev du dixwin êdî. Tenê li ser xeta selefî û mezhebî Siûdî Erebîstan û Qetar pê re mane."
'EV JI BO GELÊ KURD DOZEKE NETEWEYÎ YE'
Garzan bi bangawaziya xwe ya ji bo tevahî gelê Kurd dawî li axaftina xwe anî û got: "Li hember van hemûyan divê gelê me hemû ne tenê Kurdên me yên Mereşê, yan jî Kurdên me yên elewî lê belê hemû Kurd rabin piyan û vê yekê qebûl nekin. Ji ber ev hemû dozên neteweyî ne. Divê em weke gelê Kurd li her derê li ser esasê nexşerêya ku Rêbertî ji me re xêz kiriye tevbigerin û li hember her awayê hovîtî û êrîşan tedbîrên xwe bigrin û destûr nedin ku careke din Şark Îslahat bikeve dewrê. Di dawiyê de em gelê me yên ku niha di konên nobedê de çalakyia protestoyî pêk tîne, hesasiyeta xwe li hember vê mijarê nîşan dide bi rêzdarî silav dikin."