Karakaş: Biryarên TFF’ê ji AKP’ê ne qut in

Serokê Amedsporê Karakaş, ji bo biryarek serbixwe ya TFF’ê bi gotina “Divê mejiyê xwe bigire serê xwe” hişyarî da, bal kişand ku biryarên TFF’ê ji AKP’ê ne qut in.

Li Tirkiyeyê wek gelek qadan, li qada sporê jî li ser Kurdan êrîşên nîjadperest-faşîst didomin. Yek ji hedefa van êrîşan jî Amedspor e ku li dijî kuştinên sivîlan, qetilkirinên zarokan, kampanyaya hişyariyê ya “Bila zarok nemirin, werin maçê” dabû destpêkirin. Bi rêveberî, lîstikvan û alîgirên xwe ve rastî hewldanên astengiyên Federasyona Fitbola Tirkiyeyê (TFF), beşên faşîst tên, lê tevî van jî Amedspor di dîrokê de serkeftinên xwe bi cih dike.

Serokê Kuluba Amedsporê Alî Karakaş ji ANF’ê re nirxandin kirin.

Karakaş wiha axivî: “Ji roja destpêkê ku dema me navê Amedspor li xwe kir, li her sehayê em rastî gotinên nîjadperestî hatin. TFF’ê têkîldarî ev êrîşên nîjadpereztiyê ti ceza nebirîn, lê ji ber kuluba me got “Bila zarok nemirin, werin maçê” hate cezakirin.”

‘DIVÊ TFF MEJIYÊ XWE BIGIRE SERÊ XWE!’

Karakaş bal kişand ku biryarên TFF’ê ji AKP’ê ne qut in, got: “Federasyon her tim me bi propagandaya îdeolojîk tewanbar dike, lê yê biryarên siyasî digire û xizmetê ji îdeolojiyek diyar re dike ew bi xwe ne. Bi van cezayan hewl dide Amedsporê siyasî bike. Bi taybet jî ev pêvajoya dawî ya şerî bi kar tîne, di raya giştî ya Tirkiyeyê hewl dide ‘cihêkariyê’ pêş bixe. Mînak, me di maça xwe ya Sêwassporê de bi zorê otelek ji xwe re dît, dîsa restaûranta wê xwarin bida me, piştî fêm kirin dike ji Amedsporê re bişîne, tevahî xwarinên xwe kom kir. Du roj berê jî em di pêşbirka bi Ankaragucu re rastî rewşek derveyî sporê û her wiha şerma mirovahiyê hatin. Eger di vê çarçoveyê de bê bidestgirtin, ev nêzîkatiyên TFF’ê yên ji nedîtî ve tên, derdorên şîdetê xistine hereketê. Ji ber vê em wek Amedsporê difikirin ku divê êdî TFF mejiyê xwe bigire serê xwe! Divê TFF nûnertiya aştî, xwişktî, biratî û dostaniyê bike û li ser vî esasî biryarek bêalî bide.”

 ‘EM JI ÛEFA Û FIFA’YÊ RE RAGIHÎNIN’

Karakaş got serî li meqamên xwecîhî dane, lê eger pêwîst bike wê serî li ÛEFA û FIFA’yê jî bidin. Karakaş wiha got: “Wek hûn jî dizanin helwestên ÛEFA û FIFA’yê di mijara faşîzmê de zelal e. Qadên sporê cihên ku li her derê cîhanê mirov li hev kom dibine. Di cihekî wisa de eger li şûna peyamên tevkariya aştiya civakê dike neyên dayîn, berevajî gotinên cihêkariyê bêne bikaranîn, wê demê ev dibe afirandina pirsgirêkek civakî. Wek min got, eger li Tirkiyeyê ev maxdûriyeta me neyê derbaskirin, me ji Federasyonê jî ragihand ku em ê serî li ÛEFA’yê bidin.”

‘TEVAHÎ TÎMÊN KURDISTANÊ RASTÎ ÊRÎŞÊN FAŞÎST TÊN’

Serokê Kuluba Amedsporê Alî Karakaş herî dawî destnîşan kir ku tevahî lîstikvan û tîmên Kurdistanê rastî êrîşên faşîst tên.