Gerilayê HPG’ê Akbaş ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin

Gerîlayê HPG’ê Ramazan Akbaş (Bedran Çiyager) li navçeya Hezo ya Êlihê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.

Gerîlayê HPG’ê Ramazan Akbaş (Bedran Çiyager) li navçeya Hezo ya Êlihê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.

Cenazeyê gerîllayê HPG'ê Ramazan Akbaş (Bedran Çiyager) ê ku di 8'ê Nîsanê de li mezrika Varan a gundê Toxîng a navçeya Motkan a Bedlîsê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li Gundê Melîşka yê girêdayî navçeya Hezo a Êlihê hate definkirin. Piştî karên otopsiyê cenazeyê Akbaş ji Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê ji aliyê malbatê ve hate girtin, di ketina Hezoyê de ji aliyê hezaran kesî ve li gel tepsiya hineyê hate pêşwazîkirin.

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Berecîklî jî di nav de girseyê dirûşmên “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne”, “Şehîd Namirin” û “PKK Tolhildan” ber kirin, ji konvoya wesayîtan heta gundê Melîkşah hatin û heta mizgefta gund cenaze hildan ser milan. Piştî wecîbeyên olî yê cenazeyê gerîlayê HPG’ê Akbaş, bi dirûşmeyan li goristana gund hate definkirin. Di merasîma cenaze de ji dengê Akbaş ê HPG’yî “Çavê te” hate gundarkirin.

Piştî sirûda “Çerxa Şoreşê” û deqeyek rêzgirtinê bavê Gerîlayê HPG’ê Akbaş Sabrî Akbaş axivî û wiha got: “Bila dilê gelê Kurd rehet be, qehremanên me bi xwîna xwe dijmin fetisandine. Heta ku qehremanên me hebin dijmin nikarin bigihijin armancên xwe. Kurê min şehîdê Kurdistanê ye, serê we hemûyan sax be.”